CPJ: Tirkiye di sansur û zextên li ser çapemeniyê de yekemîn e

CPJ: Tirkiye di sansur û zextên li ser çapemeniyê de yekemîn e

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ-Committee to Protect Journalists) rapora azadiya çapemeniyê ya sala 2012 aşkere kir. Komîteyê rexneyên dijwar li hukûmeta AKP’ê kir û bal kişand ku hukûmeta AKP’ê ji bo bêdengkirina rojnanamevanan lêpirsîn, girtin, daraz, polîs û hemû cure rêbazan bi kar tîne.

CPJ’ê bal kişand ku li Tirkiyeyê piraniya wan Kurd 76 rojnamevan li Tirkiyeyê girtî ne û bang li Tirkiyeyê kir ku rojnamevanan serbest berde û bang li Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan kir ku dest ji êrîşên li hemberî rojnamevanên ku wî rexne dikin berde.

Di rapora CPJ’yê de tê diyarkirin ku hukûmeta AKP’ê di warê pêkanîna sansur û zextên li ser rojnamevanan de di cîhanê d yekemîn e û wiha tê gotin; “Ji 1’ê tebaxa 2012 ve li Tirkiyeyê 76 rojnamevan di girtîgehan de ne. Ev yek jî Îran, Erître û Çînê jî li pişt xwe dihêle û Tirkiye bi vî awayî dibe yekemîna cîhanê.”

CPJ’yê bal kişand ji van rojnamevanan herî kêm 61 rojnamevan tenê ji ber ku karên rojnamvaniyê kirine, hatine girtin û got; “Ev hejmar li cîhanê di van 10 salên dawiyê de hejmara herî zêde ye."

ÇAPEMENIYA KURD HEDEF E

CPJ’yê di rapora xwe ya 53 rûpel de cih dide nameyên rojnamevanên girtî jî û her wiha bersivên hukûmeta Tirk dane pirsên CPJ’yê jî di raporê de hene. Hin xalên girîng ên di raporê de cih girtine wiha ne: “Ji 1’ê tebaxa 2012 ve 76 rojnamevan di girtîgehan de bûn. Ji vana herî kêm 63 rojnamevan ji ber xebatên wan ên hatine weşandin, ji ber şopandina nûçeyan û xebatên xwe yên çapemeniyê hatine hepskirin. CPJ li ser 15 rojnamevanên din jî lêkolîn dike ka ji ber pîşeya xwe rojnamevaniyê hatine girtin an na.”

CPJ di rapora xwe de balê dikişîne ser wê yekê ku piraniya rojnamevanên hatine girtin Kurd in û piraniya wana bi dozên weke KCK’ê re têne peywendîrdarkirin. CPJ wiha dibêje; “Nêzî ji sedî 70’yê rojnamevanên di girtîgehan de ji ber hincetên ku xebat û nêrînên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Koma Civakên Kurdistanê (KCK) kirine nûçe têne tawanbarkirin."

DIVÊ ERDOGAN DEST JI ÊRÎŞA LI SER ÇAPEMENIYÊ BERDE

Di raporê de ji bo astengiyên li pêşiya azadiya çapemeniyê madeyên Qanûna Ceza ya Tirk û Qanûna Têkoşîna bi Terorê re destnîşan kir û bal kişand ku piraniya rojnavanan ji ber ku xebatên ku xwe yên rojnamevaniyê tên tawanbarkirin. CPJ’yê ragihand ku ji sala 2011 ve 5000 hezar doz li rojnamevanan hatine vekirin. Di raporê de hate diyarkirin ku ev yek tê wateya binpêkirina standartên navneteweyi yên azadiya çapemeniyê.

Ji Rêveberê CPJ’yê Joel Simon bal kişand ser polîtîkayên hukûmeta Tirk ên ji bêzarkirina rojnamevanan û got; “Divê Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan dest dest ji êrîşên li ser çapemeniyê berde û divê ji bo rojnamevanan edaletê pêk bîne û azadiya çapemeniyê jî bixe bin garantiyê."

PÊŞNIYAR

CPJ’ê ji bo pêşxistina azadiya çapemeniyê ji bo hukûmeta AKP’ê ev pêşniyar rêz kir; "Divê dewleta Tirkiyeyê hemû rojnamevanên ji ber xebatên rojnamevaniyê hatine girtin serbest berde; Divê dest ji sucdarkirina rojnamevanan ên ji ber şîrove û nûçeyan berde û divê dest ji darizandina demdirêj a rojnamevanên girtî berde. Divê hukûmeta Tirk teqez di hemû qanûnên rûtîn de ku li dijî azadiya çapemeniyê tên karanîn, reform bike. Divê Konseya Ewropayê û DYA di hevdîtinên bi rayedarên Tirkiyeyê re pêk tînin de her tim mijarên azadiya çapemeniyê û ramanê bînin rojevê û divê pêkanîna standardên azadiya çapemeniyê û ramanê weke weke prensîba bingehîn bê diyarkirin. "