Ciwanên Mexmûrê bi meşekî girseyî Komploya 15’ê Sibatê protestokirin
Meclîsa Ciwanan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi meşekî meşaleyî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê protestokirin.
Meclîsa Ciwanan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi meşekî meşaleyî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê protestokirin.
Meclîsa Ciwanan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo protestokirina Komploya Navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek meşaleyî lidarxistin.
Meş bi amadebûna ciwanan li ber Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir û meş li ber parka 4’ê Nîsanê bi dawî bû. Di meşê de bênavber dirûşmeyên ‘Kes nikare roja me tarî bike’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ hatin bilind kirin. Di heman demê de pankarta li ser ‘Ciwan fedayî Rêber Apo ne’ û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin bilind kirin.
Li ber parka 4’ Nîsanê daxuyaniyek hat xwendin. Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Azadiya Kurdistanê destpêkir. Piştî rêzgirtinê li ser navê Meclisa Ciwanan a Mexmûrê Çîdem Urek daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de, di kesayeta Weysî Taş û Mehmet Akar de hemû şehîdên pêngava ‘Kes nikare roja me tarî bike’ hatin bibîr anîn û wiha hate gotin: “Wek tê zanîn em dikevin 25. salvegera Komploya Navnetewî de. Rêber Apo bi têkoşîna xwe gelê Kurd yê ku biribû qurbanê êrişên dewleta Tirk, ji xewa mirinê şiyar kir û xeta têkoşîna azadiyê ji nûve zindî kir. Hêzên desthilatdar ji bo bikaribin berjewendiyê xwe biparêzin û temenê desthilatdariya xwe dirêj bikin di kesayeta Rêber Apo de Tevgera azadiyê, gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn kirin hedef. Bi hevkarî û polîtikaya qirêj di 15’ê Sibata 1999’an de bi awayek bê hiqûqî Rêber Apo dîlgirtin. Lê Rêber Apo bi têkoşîna xwe armanca van hêzên komploger vala derxist.
Têkoşîna tevgera azadiyê û jinên Kurdistanê dan diyar kirin ku Rêber Apo ne keseke îradeya tevahî gelên bindeste. Em ji wek ciwan û jinên ciwan ên Mexmûrê dibêjin heta yek ji me hebe em ê xwedî li Rêbertî derbikevîn. Em ê di vê pêvajoya hebûn û tine bûnê de bi ruhê Apoyî li hember hemû êrişên dewleta faşîzt têkoşîna xwe bilind bikîn. Li ser vê bingehê em bang li tevahî ciwan û gelê azadîxwaz dikin ku dem dema fîzîkî azad kirina Rêber Apo ye.”
Daxuyanî bi bilind kirina dirûşmeyên ‘Kes nikare roja me tarî bike’ û ‘Bê serok jiyan nabe’ bidawî bû.