BI DÎMEN

Ciwanên Kurd ên li Ewropayê ji bo azadiya Ocalan li ser piyan e

Li Ewropayê çalakiyên ciwanan ên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin. Li Fransa, Elmanya û Belçîkayê ciwan li kolanan bûn.

Li Ewropayê çalakiyên ciwanan ên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin. Li Fransa, Elmanya û Belçîkayê ciwan li kolanan bûn.

CREÎL

Li bajarê Creîl ê Fransayê, ciwanên Apoyî Pira Creîlê ku trafîk lê zêde ye, girtin. Ciwanên Apoyî bi qîrîna dirûşmên "Lîerte pour Ocalan-Ji Ocalan re azadî" rê li trafîkê girtin û tecrîd şermezarkirin. Ciwanan gotin, "Heta agahî ji Rêberê me bê girtin, em ê li qadan bin" û bang li her kesî kir ku ji bo Ocalan seferber bibin.

BERLÎN

Li payteta Elmanya Berlînê, ciwanên Kurd li ber avahiya qenala destpêkê ya Elmanyayê ARD çalakiya protestoyî lidar xistin. Di çalakiyê de tecrîda şidandî hat şermezarkirin.

BÎELEFELD

Li bajarê Bîelefeldê, endamên Ciwanên Azad li avahiya Radîo Bîelefeldê çalakiya bêîteatiya sivîl pêk anîn.

DUSSELDORF

Ciwanên Kurd li bajarê Dusseldorfê avahiya qenala WDR ragirt kirin û tecrîda li ser Ocalan, her wiha zextên dewleta Elman şermezar kirin.

LÎEGE 

Endamên Ciwanên Azad li bajarê Lîege yê Belçîkayê pankarta bi nivîsa "Ji Ocalan re azadî" daliqandin û destnîşan kirin, ku heta Rêberê Gelê Kurd azad bibe ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, bi pêşengiya ciwanan û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, li avahiya qenala France 3 çalakiya bêîteatiya sivîl hat lidarxistin û ji rayedarên televîzyonê hat xwestin ku li ser rewşa Ocalan weşanê bikin. Piştî ku rayedaran soza weşanê dan, çalakî bi dawî bû. Ji bo azadiya Ocalan wê roja Şemiyê saet di 14:00 de li Meydana Canebîere meşeke girseyî bê lidarxistin.

...