Ciwanên ku Erdogan ji wan re gotî 'derewîn', gotin, 'cihekî me nîne'

Çalakiyên ciwanan li dijî zêdebûna heqê kirê û wargehan didome. Serokkomarê Tirk Erdogan vê carê jî ciwan kirin hedefa xwe. Ciwaan gotin ji bo mafê bicihbûnê ew ê têbikoşin.

Serokomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji wan xwendekaran re ku ji bo problema bicibûnê çalakiyê dikin got, ''hûn derewan dikin''. Şefê dîktatoriya Tirk Erdogan vê carê jî xwendkarên ku ji bo zêdebûna heqê kirê û problema bicihbûnê çalakiyan dikin kire hedef û got, ''Ti eleqeya van bi xwendekariyê re nîne. Ev ne xwendekar in. Rûdana Parka Geziyê çi be, ev jî weke wan in.'' Xwendekar li gel van êrîşên Erdogan jî çalakiyan didomînin.

Ciwanên ji Sendikaya Xwendekaran ku bi çarçoweya 'Em nikarin bistrin' li Parka Yogurtçu ya Kadikoyê ya Stenbolê behsa çalakiya xwe  û problama nestrînê kirin.

Armagan ku xwendekarê Zanîngeha Bogaziçiyê ye, li Hisarûstû li mala xwendekaran dimîne. Armagan diyar kir xwediyên xaniyan ên li Hisarûstuyê ji ber ku nêzîkî zanîngehê ne, heqê kirê li xwendekaran pir zêde dikin. 

Armagan got li Hisarustu ji ber ku gelek xwendekar zêde ne xwediyên xaniyan dibêjin, ew nebû ew ê xaniyê xwe bidin hina dî û diyar kir ji ber vê jî heqê kirê pir zêde ne. Armagan got, ''Ji bo xaniyên 2+1 an jî 3+1 4 hezar lîre kirê dixwazin. Çend hevalên min hene 4 hezar lîre kirê didin xaniyên 3+1. Em 2 hezar û 500 lîre didin xaniyê 1+2 û em sê kes dimînin. ''

Armagan her wiha diyar kir ew dixwazin bi lezgînî ji bo kirê sînorek were diyarkirin û xwediyê xaniyên nikaribin di ser vî bihayî re heqê kirê bixwazin û her wiha got ew ji bo xwendekarên ku bûrs ji wan re derkeneketiye, 4 ji parên mehmeha herî kêm bidin wan û avaniyên cameweriyê yên ku nayên bikaranîn ji bo xwendekarwan bikin wargeh.

Xwendkara Mamostetiya Inzgilizî ya Zanîngeah Maltepe Ceren jî got, ''Heke mirov nikaribe pereyan bi ser hev de bîne nikare xaniyekî peyda bike. Ji ber ku piştî ku sînorê azmûnê hate kêmkirin gelek xwendekar hatin zanîngehê. Êdî wargehên taybet jî nema peyda dibin.Li aliyekî jî em mecbûr dibînin ku bixebtin jî. Em diçin ser kar. Di rewşeke wiha de ku em hewl didin bixwîni, mafê bicihbûnê mafekî sereke ye, em hemû hejijandin.''