BI DÎMEN

Ciwanên Kerkûkê: Li her qadê rabin serhildanê

Ciwanên Kerkûkê gotin: “Em ê li dijî xiyanet û êrîşan li her qadê serhildanê xurt bikin.”

Nerazîbûnên li dijî êrîşên artêşa Tirk a li ser Rojava û Şengalê her ku diçe mezin dibe. Ciwanên Kerkûkê êrîşa dewleta Tirk şermezar kirin û gotin: “Em ê li dijî her cure êrîş û xiyanetê berxwedan û serhildanê xurt bikin.”

Ciwanan ji ANF'ê re wiha hestên xwe anîn ziman:

Hana Mesîfî: Em vê êrîşa li ser gelê Kurd hate kirin şermezar dikin û van cure êrîşan qebûl nakin. Bi van êrîşan dewleta Tirk hevkariya xwe ya li gel DAIŞ’ê bi awayekî eşkere û vekirî nîşanî hemû cîhanê da. Divê dewletên Ewropa li dijî êrîşên dewleta Tirk xwedî helwestên zelal bin. Şervan û Pêşmerge hêza yekane ya parastina gelê Kurd e. Ji ber ku hêzên Kurd serkeftinên mezin bidest xistine, dewleta Tirk a faşîst xwe li vê ranegirt û êrîşî Rojava û Şengalê kir. Divê her kes li dijî van êrîşan xwedî helwest be.

Awrê Azadî: Di serî de ez vê êrîşa dij mirovane a li ser Şengal û Rojava şermezar dikim. Em ê li dijî êrîşên dewleta Tirk û her cure êrîşên ku li ser gelê Kurd bê kirin çalakiyên xwe xurt bikin. Her çiqas dewleta Tirk a faşîst êrîşî li ser gelê me dibe kirin, em weke ciwan wê têkoşîna xwe ya azadiyê xurt bikin. Bang li ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst û mêtinger dakevin qadan û rabin serhildanê. Heta ku dewleta Tirk ji Kurdistanê derbikin wê çalakiyên me bidomin.

Azad Germiyanî: Em weke ciwanên welatparê êrîşa dewleta Tirk a 25’ê Nîsanê li ser Rojava û Şengal ku Başûrê Kurdistanê didomîne lenet û şermezar dikin. Divê ciwan baş bibîne ku çawa dewleta Tirk a faşîst di nava sala bihurî de bi taybet êrîşên xwe yên faşîst ku li ser bajarê Bakurê Kurdistanê kirin, bajarê mîna Amed, Şirnex, Gever, Nisêbîn, Cizîr Sûr, Farqîn û hwd kirin kavil. Bi van êrîşan jî dixwaze Başûrê Kurdistanê jî dagir bike. Dewleta Tirk a faşîst ti ferqê naxe nava Kurdan. Ji bo vê dive em ciwan tim di nava têkoşînê debin. Ji derveyî serhildan û têkoşînê ti rê li pêşiya me nîne.”