Ciwanên Meclîsa HDK'ê ya Enqereyê ciwanên kurd û tirk ên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dan bi merasimekê bi bîr anîn. Bîranîn li Kampusa Cebecî ya Zanîngeha Enqereyê bi meşekê pêk hat.
Meclîsa Ciwanên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), bi boneya ciwanên kurd û tirk ên di meha gulanê de hatin qetilkiririn û jiyana xwe ji dest dan bi bîr bîne, li Kampusa Cebecî ya Zanîngeha Enqereyê çalakî pêk anîn.
Nêzî 100 ciwanên ku li ber Fakulteya Perwerdehiyê kom bûn, pankarta "Şehîdê 18'ê Gulanê nemir in. Şer û Têkoşîna Îbrahim Kaypakkaya, Hakki Karer û Agirê Çaran dijî" vekirin û heta Cebecî meşiyan. Komê bê navber dirûşmeyên "Şehîde şoreşê nemir in", "Dewleta qatil dê hesap bide", "Ey şehit xwina te li erdê namine" û "Şeit namirin" berz kirin. Di meşê de wêneyên ciwanên ku jiyana xwe ji dest dabûn hatin rakirin.
Piştî meşê çîrokên Îbrahim Kaypakkaya, Hakkî Karer , Ferhat Kurtay, Eşref Anyık, Necmî Onen, Mahmut Zengîn, Deniz Gezmiş, Yusuf Arslan, Huseyin Înan û Mahir Çayan ên berxwedanê hate vegotin. Xwendekaran diyar kirin ku ew li hemberî zulmê bêdeng namînin û dê têkoşîna wan bilind bikin.