'Ciwanan serbest berdin‘
Li hember binçavkirinan ku kesên di Komkujiya Pirsûsê birîndarbûyî jî tê de ne, ji malbatên Pirsûsê nerazîbûn hatin nîşandan.
Li hember binçavkirinan ku kesên di Komkujiya Pirsûsê birîndarbûyî jî tê de ne, ji malbatên Pirsûsê nerazîbûn hatin nîşandan.
Malbatên di Komkujiya Pirsûsê de xizmên xwe windakirine li hember binçavkirinên li dijî sosyalîstên ESP û SGDF’ê ku di nav de kesên li Pîrsûsê birîndarbûyî jî hene, nerazîbûn nîşan dan.
Gamze Yildiz ya ku 20’ê Tirmehê di Komkujiya Pirsûsê de bavê xwe Cemîl Yildiz winda kir, wiha nerazîbûn nîşan da: “Yên nikaribûn bikujin jî binçav dikin.”
Yildiz wiha axivî: “Yên lêpirsîna wan bê kirin ne zarokên me, xizmên me, piştgiriyên me û ciwanên ku me bi hev re rondik barandine. Destpêkê berpirsên komkujiyê dadgeh bikin. Di serî de sûcdaran aşkera bikin. Hevalên me û dostên me yên binçavkirî serbest berdin.”
Şennûr Unlu dayika Dogûkan Unluyê hatiye binçavkirin e û keça xwe Polen Unlu di komkujiya Pirsusê de winda kiriye, wiha got: “Ez nizanim bê ez çi bibêjim. Zarokên me rehet berdin. Dema ji bo dîtina Dogûkan ber bi avahiya emniyetê ez ketim rê, niha jî dixwazin Ozgen Sadet binçav bikin.”
Dîlek Şeker ya ku di Komkujiya Pirsûsê de bavê xwe Îsmet Şeker winda kiribû wiha ragihand: “Her sibe em çavên xwe li komkujî û serdegirtinên nû vedikin. Ciwanên me li Pirsûsê li Enqereyê qetil kirin. Niha jî dixwazin bi binçavkirin û girtinan ve serî li ciwanan bitewînin. Em li bendê ne ku qatilan dadgeh bikin, biryara veşartîbûna li ser lêpirsîna Pirsûsê rakin, ew êşên me kurtir dikin. Ciwanên, hevalên me serbest berdin. Em serî natewînin!”
Ji Piştgiriya Pirsûsê Suleyman Başer bal kişand ku bi operasyonên binçavkirinê dixwazin ser Komkujiya Pirsûsê binuxumînin. Başer wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kesên xwestin li welatî di nav aştî, xwişktî û biratiyê bibin pir li Pirsûsê qetil kirin. Yên ji wir sax filitîne jî dixwazin bi operasyonên binçavkirin bitepisînin. Em şahidê komkujiyê ne. Ji bo têkoşîn bidome, Komkujiya Pirsûsê ronî bibe, çi ji destên me bê em ê pêk bînin.”