Civaka Îslamî ya Kurdistanê lenet li Komkujiya Qamişlo anî
Civaka Îslamî ya Kurdistanê lenet li komkujiya ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve li Qamişloyê hat kirin anî û diyar kir, barbarên DAIŞ'ê û hêzên piştgiriyê didin wan, wê tine bibin.
Civaka Îslamî ya Kurdistanê lenet li komkujiya ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve li Qamişloyê hat kirin anî û diyar kir, barbarên DAIŞ'ê û hêzên piştgiriyê didin wan, wê tine bibin.
Di daxuyaniya Civaka Îslamî ya Kurdistanê de hat gotin, "Bila leneta Xwedê li ser barbarên DAIŞ'ê yên mirovên bêguneh qetil dikin û li ser hêzên piştgiriyê didin van barbaran be. Gelê me yê mezlûm bi salan e ji mafên xwe yên Îslamî û însanî bêpar hatiye hiştin. Gelê me, ku gava doza mafên xwe kir her carê bû hedefa komkujî, îşkence û girtîgehan, di nava 30 salên dawî de bi kedeke gelekî mezin ji bo bidestxistina mafên xwe têkoşiya û hin destketî bi dest xist. Têkoşîna mafdar a gelê me yê li Rojava, tirs û xof berda dilê dijminên Kurdan bi taybetî jî dewleta TC a Kemalîst. Ji bo pêşî li van destketiyan bê girtin, DAIŞ a hov jî li dijminên Kurd û Kurdistanê zêde bû. Li pêşberî destketiyên gelê me yê li Rojava, zalimên ku roj bi roj qels dibin û dihelin, bi komkujiya li Qamişlo re hewl dide gelê me bisekinîne, bitirsîne. Lê bi van komkujiyan re wê nikaribin xwe ji tinebûnê rizgar bikin."
BANGA TÊKOŞÎN Û YEKÎTIYÊ
Di dawiya daxuyaniya Civaka Îslamî ya Kurdistanê de hat gotin, "Em bang li gelê xwe dikin ku doza xwe ya mafdar biparêze, li her qadê li ber neheqiyê rabe, têkoşîn û yekîtiya xwe xurt bikin. Em komkujiya li Qamişloyê lenet dikin, ji malbatên kesên şehîd bûne sersaxiyê dixwazin, êşa malbatên dilşewat parve dikin û ji bo birîndaran şîfa xêrê dixwazin."