Çîroka qedexeya 21 salan...
Çîroka qedexeya 21 salan...
Çîroka qedexeya 21 salan...
Qedexeya PKK'ê ku di 26'ê Mijdara 1993'an de ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ê Elman Kanther ve hat ragihandin, ket sala 21'ê. Elmanya ku di şerê qirêj ê li Kurdistanê de partnerê herî girîng ê dewleta Tirk bû, bi qedexeya li ser PKK'ê re, hem zerar da demokerasiya xwe, hem jî xwest berxwedana gelekî qedexe bike. Ev yek bi tenê bi Elmanya re bisînor nema, ji bo welatên din ên rojavayî bû çavkaniya îlhamê.
Tevahiya cîhanê hem fikir e, ku têkoşîna herî bi bandor a li hemberî koma çete DAIŞ'ê, şervanên Kurd dimeşînin. Raya giştî û çapemeniya cîhanê bi rojan li ser gerîlayên HPG û YJA Starê axivîn ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de di hewldana qirkirina li Şengalê de bi deh hezaran Êzidî rizgar kirin. Di heman demê de berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê ya ji 15'ê Îlonê û vir ve li Kobanê dimeşÎnin, ne tenê ji bo Kurdistan û cîhanê, derbasî nava dîroka tevahiya cîhanê bû.
Lê belê hînê israra Konseya Ewropa ya di mayîna navê PKK'ê di lîsteya "rexistinên terorîst" de dewam dike. Bi heman rengî Elmanya jî konsepta xwe ya berê dewam dike. Gelo li dijî têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê li qada navneteweyî operasyonên destpêkê bi çi rengî rû dan? Di vir de rola Elmanya çi bû?
PÊVAJOYA BI AVABÛNA ERNK'Ê RE DESTPÊ KIR...
Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) piştî ku di 15'ê Tebaxa 1984'an de dest bi têkoşîna çekdarî kir, mîna tevahiya herêmê bala tevahiya cîhanê kişand ser xwe. Di Newroza destpêkê ya di çalakiya 15'ê Tebaxê, di 21'ê Adara 1985'an de Eniya Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê (ERNK) hat ragihandin û PKK'ê bi vî rengî ji bo rêxistinbûyîna tevgereke girseyî derdora xwe berfireh kir.
Lê belê li pêşiya ERNK'ê wezîfeyeke giran hebû. Wê hemû beşên civaka Kurdistanê; jin, ciwan, karker, rewşenbîr û oldar biherikandibûya ser rrêya şoreşger a li dijî mêtîngeriyê, karê dîplomasiyê bimeşanda, 'dengê berxwedanê' ji cîhanê re ragihanda. Armanc; hemû parzemîn, welat, bajar û taxên Kurd lê bûn.
Di sala 1985'an de ku şoreşa Kurdistanê deriyê xwe li cîhanê vekir, dewleta Tirk jî bi hêzên super ên rojavayî re ji bo tinekirina têkoşîna azadiyê ya Kurd zend û bend ba da. Ji bo vê yekê jî Tirkiye ji bo ji tevahiya derfetên endametiya Rêxistina Peymana Bakurê Atlantîk (NATO) sûdê werbigire, ket nava tevgerê.
Li gorî gelek çavdêrên siyasî, kuştina dostê Kurdan Serokwezîrê Swêdê Olof Palme di 28'ê Sibata 1986'an, ku berpirsyariya wê avêtin stuyê PKK'ê û hînê nehatiye ronîkirin, fîşeka 'destpêkê' ya 'konsepta tinekirina' têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bû ku ji aliyê hêzên navneteweyî ve hat desetpêkirni. Ji xwe di rojên piştî cînayetê de, rola ji Elmanya re hatibû dayîn, wê xwe nîşan bidabûya. Ji ber kuştina Palme medya Ewropa li hemberî PKK'ê dest bi kampanyayeke lînçê kir, li Elmanya jî wê barê diket ser milê xwe bicih bianiya.
Mehek piştî kuştina Pamle, beriya şeva Newroza yê navendî ya li Dûîsbûrgê ku wê lê yekemîn salvegera damezrandina ERNK'ê bihata pîrozkirin, li Elmanyayê asta propaganda dij bi PKK'ê hat zêdekirin. Hat îdîakirin ku lîderê PKK'ê Abdullah Ocalan wê tevlî şevê bibe. Li ser vê yekê şeva Newrozê hat qedexekirin, bi beşdariya bi sedan polîsan re li gelek bajaran operasyon hat destpêkirin.
Di Tebaxa sala 1986'an de nûçeya "Êrîşa bombeyî ya PKK'ê ya li hemberî Konsolosiya Tirk a li Hambûrgê di kêliya dawî de hat astengkirin" di manşetan de xwe da der. Piştre derketibû holê ku ev yek beşek ji senaryoyeke MÎT'ê ye.
DMME LI DUSSELDORFÊ CEZA LI ELMANYA BIRÎ!
Di nava salên 1980'Î de, navê ku di asta herî bilind de li dijî PKK'ê kete nava tevgerê Serdozgerê Federal Kûrt Rebmann bû. Rebmann ku bi bêrehmiya xwe ya li hemberî komên çep û mûxalîf dihat naskirin, dostê paşayên rejîma 12'ê Îlonê bû. Rebmann ku yek ji navê sereke yê li qada navneteweyî etîketa 'terorîst' bi tevgera Kurd ve kir e, PKK weke 'dijminê herî mezin ê ewlekariya hundirîn' ragihand.
Bi fermana Rebman di Tebaxa sala 1987'an de di rojên destpêkê de li 11 bajaran polîsan avêtin ser mala 43 Kurdan. Di van operasyonan de polîsan dest danîn ser 700 hezar Mark pereyan. Serdozgerê Federal Rebmnn di heman salê de daxuyaniya "Divê em êdî Kurdan weke penaber qebûl nekin, tên vir û dibin belayê serê me" da.
"Pêkanîna herî mezin" a Rebmann darizandinên weke "doza Dusseldorfê" di dîroka dadgeriya Elman û tevgera azadiyê ya Kurd de cih girt, bû. Bi fermana Serdozgerê federal re, binçavkirin, pêla girtin, serdegirtina mal û komeleyan a di sala 1987'an de destpê kir, di sala 1988'an de zêde bû.
Zêdeyî 20 siyasetmedar û aktîvîst ku di nav de Dûran Kalkan, Alî Haydar Kaytan û Huseyîn Çelebî bûn, di 24'ê Cotmeha 1989'an de li Dadgeha Eyaletê ya Dusseldorfê li beşên ewlekariya taybet hatin ragirtin û derxistin pêşberî dadgeriyê. Doza Dusseldorfê heta Adara 1994'an dewam kir.
Sûcdariyên di darizandinê de dihatin kirin jî nehatin îspatkirin û girtî li dû hev hatin berdan. Dûran Kalkan ê di Nîsana 1988'an de li ser sînorê Fransayê hat binçavkirin û li doza Dusseldorfê hat darizandin, di Adara 1994'an de serbest hat berdan. Doz çû ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û DMME di biryara xwe ya di Tîrmeha 2001'ê de aşkera kir, Elmanya mehkûm kir. Lê belê Kalkan pereyê ku diviyabû Elmanya bida, qebûl nekir.
Di vê navberê de hêrsa Kûrt Rebmann a li hemberî PKK'e û tevgerên sosyalîst, piştî bi salan bihata fêmkirin. Derket holê ku Rebmann ê di sala 2005'an de di 81 saliya xwe de mir, di dema rejîma Nazî de endamê partiya NSDAP a bi lîderiya Hîtler bû. Rebmann di 17 saliya xwe de bi dilxwazî xwe li nav baskên ciwanan ên Naziyan nivîsand, li dû Duyemîn Şerê Cîhanê der heqê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin, lê piştî demeke kurt lêpirsîn hatibû betalkirin.
DI ŞERÊ QIRÊJ Ê LI KURDISTANÊ DE SÛCÊN ELMANYA
Bi sala 1990'î re hem şerê qirêj ê li Kurdistanê dijwar bûbû, hem jî hejmara mexdûrên Kurd ên li Elmanyayê zêde bûbû. Li Elmanyayê nifûsa Kurdan nêzî nîv mîlyonî ye, hemara komele, sazî û organîzasyonan jî her roj zêde dibe.
Hikûmeta Elman a wê demê jî, rantê şerê li Kurdistanê li navenda dostaniya siyasî û aborî ya bi Tirkiyeyê re bicih kiribû. Di sala 1990'î de bi yekbûyîna her du Elmanyayan re, depoyên çekan ên li aliyê rojhilat û aliyê rojava dagirtî bûn. Vê rewşê bingeheke guncaw diafirand ku Elmanya di şerê li Kurdistanê de "bazirganiya çekan" bike.
Di navbera salên 1989-1990 de Elmanyayê ji bo perwerdekirina berbaz û leşkerên Tirk 3 mîlyon Mark xerc kir. Ev hejmara fermî bû. Di navbera salên 1989-1991'ê de weke alîkariya parastinê ya NATO'yê, 260 mîlyon Mark ji Tirkiyeyê re, di navbera salên 1992 û 1995'an de 212 Mîlyon Dolar alîkariya pereyan ji Tirkiyeyê re hat dayîn.
Heta sala 1991'ê di çarçoveya peymanên çekan ên bi Tirkiyeyê re de Elmanyayê bi buhayê 6,3 Mîlyar Markî çek firot. Nîvê ji van çekan, piştî sala 1985'an destpêkirina şerê gerîla yê li Kurdistanê, hat firotin. Elmanyayê 100 tankên Leopord, 187 panzerên M-113, 45 balafirên Phantom û 121 çekên giran hîbeyî Tirkiyeyê kir.
Pereyê di navn peymanên çekan ên bi Tirkiyeyê re xuya dikir, bala siyasetmedarên Elman dikşand. Derket holê ku Wezîrê Parastinê yê demê Gerhard Stoltenberg 15 panzerên Leopord bi rêyên derveyî qanûnî firotiye Tirkiyeyê û qezenceke xwe ya şexsî çêbûye. Piştî ku ev skandal derket holê Stoltenberg di 31'ê Adara 1992'an de neçar ma îstifa bike.
Rojnameya Ozgur Gundem di 16'ê Cotmeha 1992'an de bi manşeta "mirovahî tê kaşkirin" derket. Li binê manşetê di wêneyê hat dayîn de, sivîlekî ku hat îdîakirin di şer de hatiye kuştin, li pişt maşîna leşkerî ya bi navê BTR-60 a Elman hatibû girêdan bi erdê ve dihat kaşkirin. Bûyer di 6'ê Îlona 1992'an de li Gundê Şêx Degîrmencî yê navçeya Cizîrê rû dabû. Wêne û nûmarayên li ser maşînê, Elmanya nîşan dida.
Hikûmeta Kohl di bin zexteke giran de bû. Piştî 8'ê Nîsana 1994'an û pê ve bazirganiya çekan a di navbera Elmanya û Tirkiyeyê hat rawestandin. Lê balkêş e ku ev rawestandina bazirganiyê bi tenê 24 rojan dewam kir û dûre ji nû ve destpê kir.
PÊVAJOYA BER BI 26'Ê MIJDARA 1993'AN...
Di sala 1992'an de, li gel dijwarbûna şerê li Kurdistanê, li Ewropayê rêxistinbûyîna Kurdan jî derket asta herî bilind. Di 1'ê Tebaxê de Kurdistanî û dostên wan ên ji bo 1. Festîvala Navneteweyî ya Kurdistanê hatin Stadyûma Sporê ya Bochumê dagirtin. Tevgera Kurd yekemcar li Ewropayê sed hezar mirov kom kiribû.
Di Hezîrana 1993'an de piştî ku Tansû Çîller bû Serokwezîr hem li Kurdistanê şer hem jî li Ewropayê bi taybetî li Elmanyayê demeke nû li benda Kurdan bû. Çîller ku gera xwe ya yekemîn li Rûsyayê kir û hingî dihat gotin ku dê Çîler bê Elmanyayê, ji bo PKK'ê li vî welatê qedexe bike, "terorîst" bide îlankirin û komeleyên Kurd bigire, çi ji dest bê wê bike.
Ji bo zexta dîplomasiyê ya li dijî Kurdan ku ji Enqereyê hat amadekirin, dê Bonn ne amade bûya. Serokwezîr Kohl wiha digot, "Elmanya sîstemeke federal e. Her eyalet xwedî qanûnên cuda ne. Lewma qedexekirina PKK'ê ne gengaz e." Wezîrê Karên Derve Klaûs Kînkel jî got, "Ez weke wezîrê berê yê edaletê bi endaze (temkîn) nêzî gotina terorîst a li dijî PKK'ê dibim."
Lê belê gera Çîllerê destpê kir. Çîller li dû Elmanyayê li ser vexwendina Serokdewletê DYE Clînton di 12'ê Cotmeha sala 1993'an de çû DYE. Têgihiştina rêgeha Çîllerê ya Moskowa-Bonn-Washîngtonê, zehmet nîne. Armanca wê ya herî mezin, ji bo mezinkirina şerê li Kurdistanê wergirtina piştgiriya navneteweyî bû.
BULTENA QEDEXEYÊ YA JI 52 RÛPELAN ÇAWA HAT AMADEKIRIN?
Hefteyek piştî vegera Çîller ji Washîngtonê di 22'ê Cotmeha sala 1993'an de navçeya Amed Licê ket bin agirê artêşa Tirk. Di 4'ê Mijdara sala 1993'an de li zêdeyî 30 bajarên Elmanyayê protestoyên Licê pêk hatin. Di vê navberê de li hemberî konsolosiyên Tirki, acenteyên ger û geştê û bankayên Tirkan êrîş hatin kirin. Di şewata li lokaleke li Wîesbadenê de kesekî jiyana xwe ji dest da. Li dijî Kurdan pêla binçavkirinan destpê kir. Nîşaneya yekemîn ji wezîrê karên hundir Kînkel hat: "Bila PKK tavilê bê qedexekirin."
Civîna di 22’ê mijdarê de dest pê kir û wezîrên karê hundir ên 16 eyaletan tevli bûn de, wezîrê karê hundir ya Federal Kanther bi bultneke 53 rûpel a ku PKK’ê qedexe dike çû civînê. Di civînê de Kanther biryarname wek heyî da qebûlkirin. Di 25’ê Mijdarê de wezîrê Karê Hundir yê Eyaleta NRW’ê Schnoor got: Kanther ev xwest. Senatorê Karê Hundir ê Hamburgê Wrocklage jî got qedexeyê ji ‘Kanther’ bipirsin.
Di bultena Kanther ku ji bo şerê Kurdistan, sedeta şîdet, şewitandina gundan û komkujiyan de yek hevokek derbas nedibû de wiha dihat gotin:
“PKK/ERNK pêşî li jiyana ku her kes bi hevre bijî digire. PKK û sempatîzanê wê li Tirkiye û Elmanyayê hewl didin beşeke Tirkiyeyê tevli dewleta kurd bikin. Ev jî sûc van tespît dikin. Berjewendiyên Elmanyayê di bin tehdîdê ne. Çalakiyên şîdetê zirarek mezin dide têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê re. Ger em li Elmanyayê desturê bidin faliyetên PKK’ê, em dê polîtÎkaya Elmanyayê ya derve bidin ber nîqaşê û baweriya hevkarên xwe têk bibin.”
Di çarçoveya qedexeya PKK'ê ya bi bultenê re hat ragihandin Weşanên Berxwedan, Ajansa nûçeyan a Kurd-Ha, Komîteya Kurdistan, Federasyona Komeleya Çand û Karkeran a Welatparêzên Kurdistanê (FEYKA-Kurdistan) û 29 komeleyên girêdayê hatin girtin.
'DANKE HERR KOHL'
Di roja destpêkê ya qedexeyê de rojnameya Huriyetê bi manşeta ‘Danke Herr Kohl’ (Spas birêz Kohl’ derket.
Di 25’ê mijdarê de qedexe hate îlan kirin kû heman şevê Kanther di kanala televîzyonê ya ARD’ê de tevli bernameya nûçeyan bû û got: “Ez nekarim desturê bidim ku Elmanya bibe welatên şer û serhildanê. Elmanya ne cihên bihvedana terorîstane. Ezê desturê nedim hinek komên biyanî pirsgirêkên welatên xwe bînin vir. Ev qedexe dê pêşî li xweparastina kesên di bin tehdîda PKK’ê bigirin."
Lê belê tablo ne mîna îdîayên Kanther bû. Ev qedexeya ku beriya salvegera damezrîndina PKK’ê de ya 27’ê mijdarê de pêk hat, komeleyên kurdan yên ku dihatin xwestin miftê li deriyê wan bixin, çalakiya runiştinê pêk anîn û çapemeniya Elman, bertekên tund nîşanê hikûmeta Kohl dida.
Ji bo qedexeyê di xeta Enqere-Bonn-Washîngtonê de dîplomasiyeke bênavber hebû. Di 26’ê mijdara 1993’an de rojnameya Mîliyetê bi manşeta ‘Tevgera Kuryeya Veşarî’ derket û trafîka hevdîtnê ya ji bo qedexekirina PKK’ê ya di navbera Çîller-Kohl-Clînton de nivîsî. Her sê lîderan di hevdîtinên ku pêk dianîn de biryara ku li dijî PKK’ê operasyonê pêk bînin girtin.
PROFÎLA QIRÊJ A KANTHER Ê QEDEXE ANÎ
Ji bo qedexeya li ser PKK'ê û atmosfera dijberiya Kurd a li nava medya-raya giştî hat ragihandin, gelek caran hat gotin ku Çîller bi awayekî veşartî pere daye Elmanyayê. Hat îdîakirin ku ev pere sponsoriya Çîller a kampanya hilbijartinê ya Kohl e. Ji xwe piştî bi salan derket holê ku Kohl û ekîba wî ne dûrî sextekarî û bertîlê ne.
Lîderê Xiristiyan Demokrat Kohl ku 10 sal bû welat bi rêve dibir, dixwest careke din bibe serokwezîr û di sala 1994’an de bê navber kampanyayên hilbijartinê pêk dianî. Di sala 1999’an de di skandala bexşê ya CDU ya ku Elmanya tevlihev kir de, derket holê ku Kohl kampanyayên hilbijartinê bi pereyên ku ji lobiya çekan tên pêk aniye.
Bi zextên raya giştî re Kohl jî di rojên dawî yên sala 1999’an de, neçar ma û li xwe mikur hat ku di navbera salên 1993-1998’an de bexşên ji bo partiya wî hatine kirin jê 2 mîlyon derbasî hesabê xwe yê şexsî kiriye.
CDU karên xwe yên qirêj bi Kanther dabû kirin. Di rojên destpêkê yên 2000’î de, derket holê ku di sala 1983’an de ma sekreterê gitşî yê Hessen ê CDU’yê bû 20 mîlyon markê Swîsreyê û Lîschtensteîn girtiye û ji ber vê ji parlameneteriyê îstîfa kir. Di 2005’an de Kanther rastî 18 meh cezayê girtîgehê hat. Cezayê wî veguherandin pereyan û Kanther 50 hezar Euro da û xilas bû.
ÎSTÎXBARATA MUKUR HAT KU "QEDEXE" BI KÊR NEHAT
Li dû qedexeya 93'an, hemû pîrozbahiyên Newrozê yên dihat plankirin li hemû bajaran werin lidarxistin, di 20'ê Adara 1994'an de bi giştînameyekê re hat qedexekirin. Qedexe rastî hêrsa Kurdan hat. Hemû rêyên navbera bajaran, li dijî Kurdan hatin girtin, çalakgerên Kurd jî dest bi dagirkirina otobanan kirin. Yê ku qedexe bi dijwarî bicih anî dostê Tirk Wezîrê Karên Hundir ê Eylaeta Bayernê Gunther Beckstein bû. Wê rojê 500 Kurd li Bayernê hatin binçavkirin.
Li Mannheimê jî aktîvîstên jinên Kurd Nîlgun Yildirim (Bêrîvan) û Bedriye Taş (Ronahî li dijî qedexeya Newrozê ya li Elmanyayê bedena xwe dan ber agir. Elmanya hingî bi awayekî tund dihat rexnekirin ku bûye parçeyek ji şerê li Kurdistanê.
Qedexeya ku bi bikaranîna hemû navgînên dewletê hat meşandin, Kurd ji tevgera azadiyê qut nekir. Ji xwe dema li raproên Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn ên 20 salan were temaşekirin, wê were dîtin ku sempartiya li PKK'ê ji sala 1993'an û pê ve qat bi qat zêde bûye.
Salek piştî qedexeyê, Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Eyaleta Nordrheim Westfalya ku Kurd lê gelek in, gotibû "qedexe bi kêr nehat" û Kurd gelekî bi hêrs bû.
Di sala 2001'ê de kampanya îmzeyan a "Ez jî PKK'yî me" ya li Kurdistan û Ewropayê hat lidarxistin, li Elmanyayê rastî eleqeyeke mezin hat.
QEDEXEYA LI ELMANYA JI WELATÊN DIN RE BÛ ÇAVKANIYA ÎLHAMÊ
Her çend welatê ku bi awayekî fermî PKK xistiye lîsteya qedexeyê Elmanya be jî, Fransa welatê destpêkê bû ku xebatên siyasî yên Kurdan qedexe kir. Di 21'ê Mijdara 1993'an de li hemberî Kurdan operasyona herî mezin a polîsiye hat meşandin.
Polîsê Fransayê avêt ser 17 komele û gelek malan û 110 kes kirin binçavan. Hin jê şeş mehan di girtîgehê de hatin ragirtin. Di encama heman operasyonê de Navenda Enformasyona Kurdistanê hat girtin.
Di salên 2000'î de zextên li Fransayê derket asteke cuda û derb li azadiya ramanê hat xistin. Med TV ya Kurdan û televîzyona duyemîn a di sala 1999'an de hat damezrandin Medya TV, li Fransayê rastî qedexeya weşanê hat.
Li Îngilîstanê jî, di Sibata 2001'ê de PKK bi awayekî fermî hat qedexekirin. Piştî salekê di Çileya 2002'an de vê carê Awûstûrlyayê PKK qedexe kir û piştî Îngilîstan, DYA û Elmanya bû welatê çaremîn ê PKK qedexe kir.
Di rewşa heyî de PKK li Qanada, DYA, Yekîtiya Ewropa, Awûstûralya, Tirkiye, Zelanda Nû û Îngilîstanê PKK di lîsteya "rêxistinên terorîst" de ye. Herî dawî di 11'ê Hezîrana 2008'an de hikûmeta Kirgizîstanê jî biryareke "rêxistina terorê" li ser PKK'ê girt.