Çîroka qedexeya 21 salan...

Çîroka qedexeya 21 salan...

Elmanyayê bi hinceta qedexeya li ser PKK'ê ev 21 sal in zextê li Kurdan dike. Şahidên wê demê Yusek Koç, Mehmet Demîr û Ayten Kaplan diyar kirin ku armanca qedexekirinê zexta li ser Kurdan e.

Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê Manfred Kanther, di 26’ê Mijdara 1993’an de daxuyaniyek da û diyar kir ku xebatên Partiya Karkerên Kurdistan-PKK û ERNK’ê li Elmanyayê êdî qedexe ne û piştî vê jî xebatên Weşanên Berxwedan, Ajansa Nûçeyan a Kurd-Ha, Karkerên Welatparêz ên Kurdistan û Federasyona Komeleyên Çandî (FEYKA-Kurdistan) hatin qedexekirin.

29 komleyên Kurd ên girêdayî FEYKA’yê xebat dimeşandin li bajarên Aachen, Berlîn, Bîelefeld, Bonn, Bremen, Bremerhaven, Celle, Dortmund, Duisburg, Duren, Frankfurt/Maîn, Freiburg, Hagen, Hamburg, Hannover, Heilbronn, İngolstadt, Kassel, Koblenz, Koln, Leverkusen, Mannheim, Munîh, Nürnberg, Rendsburg, Saarbrucken, Sîegen, Stuttgart, Ulm hatin girtin. Pêla zextê ya li ser Kurdan destpê kir. Halîm Dener, Gulîstan Bagistan hatin qetilkirin. Bi sedan siyasetmedar û welatparêzên Kurd hatin girtin. Dîsa bi hezaran rastî cezayê pereyan hatin, destûra wan a rûniştinê ji wan hat girtin û hatin krîmînalîzekirin. Ev zext di roja me ya îro de jî berdewam dikin. Li gelek bajarên Elmanyayê bi sedan Kurd diçin komeleyan, tevlî çalakiyan dibin. Ev jî ji bo wan dibe hincet û ji ber vê gelek kes bi tehdîda dersînorkirinê re rû bi rû ne.

Şahidên demê siyasetmedarên Kurd, Hevserokê NAV-DEM’ê Yuksel Koç û siyaestmedar Mehmet Demîr û Ayten Kaplan tiştên ku jiyan vegotin.

DI QEDEXEKIRINÊ DE BAZIRGANIYA ÇEKAN ROL LÎST

Yuksek Koç ku di sala 1993’an de rêveberê Komeleya Kurd a Mezopotamya ya Bremenê bû diyar kir ku biryara qedexekirina li ser PKK’ê ya li Elmanyayê piştî serdana Serokwezîra Tirk a demê Tansu Çîler a Elmanyayê pêk hatiye û got: “Ev jî girêdayî firotina çekan a di navbera Elman û Tirkiyeyê ye. Di 26’ê Mijdarê de li hemberî hemû saziyên Kurd ên Elmanyayê zext pêk hatin. Di wê demê de hemû saziyên girêdayî FEYKA’yê û hemû saziyên Kurd bi şev hatin serdegirtin û hemû amûr hatin desteserkirin. Hatin mohkririn. Lê roja din Kurdan mohr rakirin û ketin hundir. Ketin nava berxwedanek mezin. Ger ev berxwedan tunebûya ev komele wê ti carî venebûna. Li ser vê di navbera rayedarên dewletê û siyasetmedarên Kurd de hevdîtinan destpê kir. Amûr şûnde hatin girtin. Komele bi navên cuda hatin vekirin. Armanca wan careke din ev komele venebin, lê di encama berxwedanê de ev pêngav şûnde hat kişandin.

ARMANC ASTENGKIRINA TÊKOŞÎNA KURDAN BÛ

Koç,di berdewamiya axaftina xwe de got ku bi vekirina komeleyan de dest bi xebatên avakirina federasyonê hatiye kirin û ev pêvajo wiha vegot: “Di 1994’an de meha Adarê de li bajarê Duîsburgê kongreyek pêk hat. Me navê YEK-KOM’ê girt. Ev nav navê federasyona li Fransayê bû.  Di heman demê de saziyên Kurd ên Fransayê jî hatibûn qedexekirin. Me navê YEK-KOM’ê girt wan jî ya FEYKA girt. Di vê kongreyê de ez serokê damezrîner hatim hilbijartin. Wê demê hemû sazî di bin zextan de bûn. Nameyên me jî ji aliyê polîsan ve dihat xwendin. Xebatên me dihatin astengkirin. Armanc hedefa xebatên siyasî yên Kurdan bûn. Li ser me êrîşên cidî hebûn. Di 1995’an de di salvegera damezrandina PKK’ê de rêveberiya teng hat îlankirin. Piştî Duyemîn Şerê Cîhanê yekem car li Elmanyayê alarmek wisa hatibû dayîn. Me li dijî van komeleyên xwe hefteyekê girtin, me paçên reş li wan girêdan û em ketin greva birçîbûnê. Ev zext bi salan e, berdewam dikin. Kurd jî her tim li dijî vê di nava berxwedanê de ne, ti qedexe guhdar nekirin û heta roja me ya îro hatin. Îro jî ev qedexe ne derbasdar in.

Koç destnîşan kir ku li pişt qedexekirina PKK’ê hêzên kûr û hinek aliyên Kurd hene û got: “Li pişt vê qedexeyê hinek siyasetmedarên Kurd û şexsiyet hene. Çawa ku îro li Tirkiyeyê hinek hêz naxwazin pirsgirêka Kurd bê çareserkirin, wê demê jî ev alî hebûn. Ev di roja me ya îro de naxwazin qedexe rabin. Herî dawî bi îmzeya 40 saziyan re, ji bo ku qedexe rabe me îmze da Serokwezîr û Wezîrê Karên Hundir. Lê saziyên wek KOM-KAR û Kurdischen Gemeinde Deutschland e. V. (KGD)  îmze navêtin. Ev helwesta wan nehat fêmkirin. Ji ber rakirina qedexeya li ser Kurdan ji bo fêdeya hemû Kurdan e.

Koç da zanîn Kurdan ti carî qedexe li ber çavan negirtine û got: “Wê demê 34 komeleyên me hebûn. Niha du qat zêde bûne. Rêxistinbûna me kûrtir bûye. Sazîbûna me bi awayekî cidî pêş ketiye.”

BI QEDEXEYÊ RE HEWAYA AŞTIYÊ BELAVKIRIN

Siyasetmedar Mehmet Demîr jî  ku yek ji mexdûr û şahidê qedexeya PKK’ê ya sala 1993’an e, diyar kir ku ev qedexe biryareke dijminahiyê ya li dijî Kurdan e û got: “PKK’ê di sala 1993’yan de agirbesteke ku li hemû cîhanê deng da îlan kir. Ev ji bo pirsgirêka Kurd pêngavên erênî bûn. Raya giştî ya Navneteweyî jî li dijî Kurdan sempatiyek mezin hîs kir. Hêzên serdest jî ji bo ku vê hewayê belav bikin, ketin nava hewldaneke taybet û ev biryar girtin. Hêzên Rojava ku di nav de Elmanya jî hebûn, ev plan xistin dewrê û PKK qedexekirin. Di esas de destpêka vê pêvajoyê cînayeta Olof Palme ye. Ev cînayet avêtin ser Kurdan û zext li Kurdan kirin. Di 26’ê Mijdara 1993’yan de jî qedexeya li ser Kurdan pêk anîn. Zext li Kurdan kirin. Bi pêkanînên kêfî êrîşî Kurdan kirin.

Demîr got ku biryar di 23’ê Mijdarê de hatiye girtin û di 26’ê Mijdarê de jî li ser hemû komeleyên Kurdan hatiye girtin û wiha berdewam kir: “Di şevekê de bi ser hemû komeleyan de girtin. Hemû amûrên komeleyan birin. Armanc ev bû ku rêxistibûna Kurdan belav bikin. Armanc di nava civakê de aloziyê derxin. Dihat armanckirin ku Kurdan krîmînalîze bikin. Ji ber vê jî her kesî karê xwe winda kir, her kes hat qeydkirin polîs û rêxistinên îstîxbaratê Kurd li Elmanyayê wek terorîst îlan kir. Komeleyên me hatin serdegirtin. Hevala me Gulîstan li Berlînê jiyana xwe ji dest da."

Mehmet Demîr got ku hê zext didomin û siyasetmedarên Kurd tên girtin.

PÊKANÎNÊN KÊFÎ DIDOMIN

Ayten Kaplan a di 1993’yan de endama  Desteya Rêveberiya Komeleya Dostaniya Elman a bi Kurdan re ya Essenê ye got ku beriya biryarê eleqeyek mezin ji bo Kurdan dihat nîşan dan û got: “Me xebatên xwe beyî pirsgirêk dimeşand. Komeleyên me xebatên xwe dimeşand. Bi saziyên Elman re hevpar dixebitîn. Piştî 26’ê Mijdarê ji bo Kurdan her tişt guherî. Piştî hat qedexekirin dema tecrîdê hat destpêkirin. Saziyên Elman nedixwestin hevdîtinan bi me re bikin. Bi pêşdaraziyan dihatin. Me nikaribû daxwazên xwe bianiya ziman."

Bi qedexeya li ser PKK’ê re Kurdên li Elmanyayê hatin krîmînalîzekirin. Sazî û şexsiyet hatin girtin. Piştî vê li Kurdistanê şerekî dijwar destpê kir. Gund hatin şewitandin, kuştinên kiryar nediyar destpê kirin. Me li vir ji bo ku em ji raya giştî ya cîhanê re vebêjin tiştek cidî nekir. Ji ber ku Kurd li vir qedexe bûn. Bi vê qedexekirinê dixwestin Kurdan ji nû ve dîzayn bikin. Dixwestin Kurdan bikin sîxur. Ji ber vê bi hezaran kes hatin girtin, ceza girtin. Bi hezaran cezayê pereyan girtin. Me destûra meşekê nikaribû bigirta. Hemûyan dostên Elman digirt. Li ser navê YEK-KOM’ê cara yekem di 2000’î de ji bo mîhrîcan, newroz  û meşan me destûr girt.”