CÎK: Li dijî zordariyê berxwedan rewa ye, em milan bidin hev û li ber xwe bidin

Federasyona Civaka Îslamî ya Kurdistanê diyar kir, berxwedana Kurdan rewa ye û li dijî zalim û zordaran banga berxwedanê kir. Federasyonê daxwaza azadiya Ocalan kir, bang li hikûmetê kir da ku aqilê xwe bide serê xwe.

Federasyona Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) li Essen a Elmanya li Mizgefta Seîdê Kurdî daxuyaniyek da. Di daxuyanê de hate gotin Îslam hovîtiyê pesend nake, dînê aştiyê ye û komkujiya Dîlokê şermezar kir.
CÎK’ê diyar kir, Îran a ku bi navê îslamê bûye desthilatdar her roja Xwedê ji bo ku Kurd in û sinnî ne mirovên me bi hovane şenq dike; Iraq ku jê were wê weke Seddam kîmyasalê bavêje Kurdan; Sûriye li gel vî halê xwe jî bi balafiran Kurdan qir dike. Li pişt hemû qirkirina Kurdan jî desthilatdariya bi şaşik, sergirêdayî, bir rih û nimêj a dewleta Tirk a Kemalîst heye’’
BANGA LI GELÊ KURD
Di daxuyaniyê de bang li Kurdan hate kirin ku yekîtiya xwe, tifakqa xwe ava bikin û hemû partî, cemet, kesên li welêt û li çar aliyên dinyayê belav bûne ji bo gelê me yê mezlûm ji qirkirinê xilas bikin kêferatê bikin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’ti rewabûna van kesan nîn e ku vê zilmê li ser we dikin; hemû kujer, zalim û sûcdar in. Divê hûn ne bi sûcdaran re bin.’’
AZADIYA OCALAN HATE XWESTIN

Di daxuyayê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadî hate xwestin û hate gotin, ‘’Em bang dikin ku xwîna ku tê rijandin bila were rawestandin û bikevin rêya aştiyê. Rewşeke berovajî vê jî wê zêdetir mirin, kavilî û bobelatê bi xwe re bîne.