Cihên ku av lê wenda bûye: Bîrkleyn

Cihên ku av lê wenda bûye: Bîrkleyn

Şîkeftên Bîrkleyn ku wek warê di serdema antîk de ava ê wenda bûye û ketine bin erdê, di cejnê de ji aliyê welatiyan ve eleqeyeke mezin dît.

Şîkeftên  Bîrkleyn ku li navçeya Licê ya Amedê li rojavayê riya bejayî ya Amed-Çewlîkê ye, li Mezopomayaya Bakur û Anatolyayê cih digire. Ava Bîkleyn,beriya ku bi riya antîk re bibe yek ava wê di bin erdê de diherike, piştî ji tuneleke xwezayî derbas dibe derbasî jor dibe. Ji ber vê avabûna taybet, navê Şikeftên Bîrkleyn an jî Tunela Dîcleyê lê hatiye dayîn.

Di nava zinarên ligel hev dirêj dibin, sê şikeft hene. Di bin zinarê başûr de û Şikefta ku ava Bîrkleyn têde dihere, kîtabeyeke bi nîvsa bizmar a 1’emîn Tîgraltgîlerser yê Kralê Asur (Beriya Zayînê 1114-1076) û ya 3’emîn Salmanassar (Beriya Zayînî 859-828) heye.  Di şikeftan de seramîkên Hassuna-Samarra jî cih digire.

HERÊMA QEDEXEKIRÎ

Şîkeftên Bîrkleyn ji ber şerê dijwar yê Kurdistanê bûye herêma qedexe, nû ji zîyaretvanan re vebûye. Kesên ji Amedê û navçeyên Amedê ji bo biçin şikeftan bibînin, di bin şert û mercên dijwar de derbas dibin.

Ligel van şert û mercên dijwar welatiyan betlana cejnê wek derfet dîtin û ketin riya Bîrkleyn.  Ziyaretvanên ciwan yên şikeftê ligel strana Oremar govend gerandin.