Parlementera CHP’ê ya Stenbolê Melda Onûr der barê leşkerên di destê gerîlayên PKK’ê de pêşnûmeyek da serokatiya Meclîsê. Di pêşnûmeyê de hat xwestin ku aqibeta leşkerên di salên 1990’an de dîl hatibûn girtin bê lêkolînkirin û xwest 7 leşkerên di destê PKK’ê “bên rizgarkirin.”
Parlementera CHP’ê ya Stenbolê Melda Onûr der barê leşkerên ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve dîl hatine girtin li Meclîsa Tirkiyeyê civînek çapemeniyê li dar xist. Onûr got; “Dewleta ku leşkeran dide pey qaçaxçiyan, lê li leşkerên dîl nagere” û diyar kir ku ji bo lêkolînkirina aqibeta leşkerên di destê PKK’ê de wê pênûme daye Meclîsê.
Her wiha, malbatên leşkerên ji aliyê gerîlayan ve dîl hatine girtin jî beşdarî civînê bûn. Bavê leşkerê bi navê Zîhnî Koç ê ku di 9’ê tîrmeha 2011de li Amedê dîl hatibû girtin, Veysel Koç nerazîbûn nîşanî hikûmetê da û got; “ Bila dewet eleqeya nîşan rojnamevanên li Sûriye hatin revandin, nîşanî zarokên me jî bide.”
Parlementera CHP’ê ya Stenbolê Melda Onûr der barê leşkerên di destê gerîlayên PKK’ê de pêşnûmeyek da serokatiya Meclîsê. Di pêşnûmeyê de hat xwestin ku aqibeta leşkerên di salên 1990’an de dîl hatibûn girtin bê lêkolînkirin û xwest 7 leşkerên di destê PKK’ê “bên rizgarkirin.”
Hêjayê gotine ye ku Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn di 5’ê gulanê de pirsnameyên parlementerên CHP'ê yê Antalyayê Gurkut Acar û parlementerê Kirklareliyê Mehmet Kesîmoglu yên li ser dîlên di destê PKK'ê de ne bersivandin. Şahîn diyar kir ku, ji Hezîrana 2011'an heta niha hejmara kesên ji aliyê PKK'ê ve dîl hatine girtin 7'e û got; "Serdozgeriya komara me şêwaza çawa revandina 7 kesan lêkolîn dike.
NE PIŞTGIRIYA DERÛNÎ, RÛXANDINA DERÛNÎ DIKIN
Şahîn li ser erkdarên ji aliyê PKK'ê ve dîl hatine girtin jî anî ziman ku, li ser mijara mafên civakî û aborî wan ji Wezareta Aboriyê nêrîn xwestine û îdîa kir ku civaknasên pispor malbatan ziyaret dikin û alîkariya derûnî didin malbatan. Şahîn bi gotinên wekî; "dewleta me bi tedbîrên ewlehiyê gavên demokratîk diavêje" feraseta hikûmeta AKP'ê ya çareseriya ewlehiyê careke din aşkera anî ziman.