Cigirê Serokê Giştî yê CHP’ê û berdevka Partiyê Bîrgul Ayman Guler, der barê nûçeya ku duh di çapemeniya cîhanê de ya komkujiya Roboskê der hate weşandin de daxuyanî da. Guler ku piştî civîna Lijneya Rêveberiya Navendî daxuyanî da got ku hewceye Serokwezîr lêborînê bixwaze.
Cigirê Serokê Giştî yê CHP’ê û berdevka Partiyê Bîrgul Ayman Guler, desnîşan kir ku Lijneya Rêveberiya Navendê ya CHP’ê (MYK) duh bi bin serokatiya Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu de civiyane û got civî saetek dereng de qediyaye û got ku der barê xebatên MYK’yê de îro civîn pêk anîne.
Guler der barê buyera Qilabanê de jî da zanîn ku Kiliçdaroglu û endamên partiyê gelek caran pirsiye ku îstîxbarat ji ku derê hatiye û wiha got: “Me bersiva vê negirt. Lê duh rojnameyeke Amerîkayê ev berisv da. Got ku ew îstîxbarat Amerîkayê daye. Berê Serokwezîr gotibû ‘îstîxbarat netewî ye.’ Em vê bêjin ku li hemberî me serokwezîrekî ku j ime re derewan dike heye. Fikra me ev eku divê serokwezîr bi lêborînê vê derewê rast bike. Hikûmeta ku pirsgirêkên me yên herî krîtîk teslîmê welatê din bike, divê êdî berpirsyariya xwe fêm bike. Me di MYK’ê de ev nirxandin kir;Îktîdara AKP’ê evqas ku DYA’yê ji xwe dihesibîne, vê çavkaniya gayrî netewî, wekî netew dihesibîne.”
Guler di dawiya axaftina xwe de wiha got: “34 welatiyên me ku hêj 17 salî bûn li ser îstîxbarata biyanî hatin qetilkirin. Ev sucê dewletê ye û cînayeta siyasî ye. Divê êdî dawî li van şaşiyan bê û lêborîn bê xestin. Bi agahiyên rast rayagitşî bê ronîkirin. Me di serî de çavkaniya îstîxbaratê pirsîbû. Me di serî de gotibû ku ev ne ecel, qeder û qezaye. Lê hê jî buyer tairye. Divê hikûmet berpirsyariy xwe bîne cih û daxuyaniyekê bide.