Chomsky ji bo akademîsyenên aştiyê peyama piştgiriyê weşand
Doza li 148 Akademîsyenên Aştiyê hatiye vekirin sibe dest pê dike. Zimanzan Noam Chomsky beriya destpêkirina rûniştina dozê peyamek weşand û destek da akademîsyenan.
Doza li 148 Akademîsyenên Aştiyê hatiye vekirin sibe dest pê dike. Zimanzan Noam Chomsky beriya destpêkirina rûniştina dozê peyamek weşand û destek da akademîsyenan.
Doza ku ji ber danezana "Em ê nebin hevparê vî sûcî" li 148 akademîsyenan hate vekirin, sibe dest pê dike.
Zimanzanê navdar ê Amerîkî û fîlozof Noam Chomsky ji bo 148 akademîsyenên aştiyê peyamek piştgiriyê weşand.
Di peyama Noam Chomsky de wiha hat gotin:
"Doza ku li mirovên mohra xwe danîne binê 'Danezana Akademîsyenên ji bo Aştiyê' hatiye vekirin, şaşitiyeke mezin a dadgeriyê ye. Dostên civaka Tirkiyeyê bi tirseke mezin vê rewşê dişopînin. Zimanê gilînameyê bi rengekî berbiçav nîşanî me hemûyan dide ku ev yek êrîşek li dijî bingeha azadiya ramanê ye. Sermeselê; mirovên mohra xwe danîne binê danezanê bi vî rengî sûcdar tên dîtin: Ji hikumetê dixwazin ku 'qedexeya derketina derve rake, yên ku mafên mirovan binpê kirine ceza bike, tazmînatê bide welatiyên ku ji aliyê madî û manewî ve zerar li wan bûye'. Ev daxwaz, li nava civakeke azad rewşeke gelekî normal e. Alîgiriya welatiyên ku di nava tirs û fikaran de ne, rewşeke ji rêzê ye û divê mirov pê serbilind bin. Yên ku dibêjin di nava banga aştiyê de daneyên şaş hene, bi têra xwe xwedî firsend in ku nêrîna xwe bi aqilkemalî bînin ziman. Di vê bangê de tiştekî biçûk ê ku destekê dide terorîzmê nîne. Dozger bi helwesteke êşkencekar û zordar hewl dide banga ji bo aştî û edaletê weke piştevaniya ji bo terorîzmê nîşan bide û berevajî bike. Di nava civakeke rêzdar a mafên mirovan û azadiyê de, helwesteke bi vî rengî ya dozger nayê qebûlkirin."