Cezayekî nû yê ‘disîplînê’ dan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
Hat zanîn ku cezayekî nû yê “disîplînê” dan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 3 sal in ti agahî jê nayê girtin.
Hat zanîn ku cezayekî nû yê “disîplînê” dan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 3 sal in ti agahî jê nayê girtin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji bo malbat bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên li Girtîgeha Îmraliyê re hevdîtinê bikin, di 10'ê Cotmehê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan.
Parêzeran di serlêdana xwe de xwestin ku malbat hevdîtin bi muwekîlên wan re bikin û ger hebe "cezayekî dîsiplînê" yê nû mînaka dosyeya lêpirsînê bê dayîn û ger "cezayekî" nû hebe divê bê betalkirin.
Dadgeriya Înfazê di 13'ê Cotmehê de bersiva serlêdana parêzeran da û got ku derbarê Abdullah Ocalan û girtiyên din de "cezayekî dîsiplînê" yê nû heye. Lê belê nehat gotin ku bê ev "cezayê dîsiplînê" kengî hatiye dayîn.
Dadgeriyê ku hemû daxwazên parêzeran red kir, daxwaza parêzeran a ji bo mînaka dosyeyê jî bi hinceta ku dê "di çapemeniyê de belav bibe" red kir.