Çeteyên Gulsuyu dîsa êriş kirin

Çeteyên Gulsuyu dîsa êriş kirin

“Çeteyên Gulsuyu” yên ku bazirganiya madeyên hişber dikin û pera ji gel kom dikin, ku hefteya buhrî Hasan Ferît Gedîk qetil kirin vê carê jî êrişî belavkarên kovara Yuruşus kirin.

Çeteyê Gulsuyu li taxa Maltepe ya Gulsuyê êrişekî din hate pêk anîn. Îlyas Argun û Alî Ekber Durgun yên ku belavkariya Kovara Yuruyuş dikirin ji aliyê kesên ku xwe weke polîs dane danîn ve hatin derb kirin.

Piştî êrişê Argun û Durgun, ji bo dermankirinê hatin rakirina Nexweşxwaneya Dewletê ya Kartalê.

Li aliyê din li taxa ku êriş lê pêk hatî de ji aliyên maşînên polîsan yên bi navê “akrep” ve hate dorpêç kirin.