Çeteyên El Nûsra êrîşî Helebê kirin
Bi serkêşiya çeteyên El Nûsra, komekê êrîşî qadên Helebê yên di bin kontrola rejîmê de ne, kir.
Bi serkêşiya çeteyên El Nûsra, komekê êrîşî qadên Helebê yên di bin kontrola rejîmê de ne, kir.
Bi serkêşiya çeteyên El Nûsra, komekê êrîşî qadên Helebê yên di bin kontrola rejîmê de ne, kir.
Li gorî agahiyên hatin wergirtin, El Nûsra, Ehrar Eş-Şam û komên pê ve girêdayî, êrîşî Helebê kirin. Di çarçoveya êrîşa ku weke "Parêzvanên Şerîetê" tê binavkirin de, taxên bajêr ên di bin kontrola rejîma Esad de ne bi topan hatin bombekirin. Hat ragihandin ku di navbera hêzên rejîmê û çeteyan de şerekî giran diqewime.
Li gorî agahiyan şer bi giranî li herêm Zehraî diqewime, li qadên Lehemûn, Şîhan, Heleba Nû, Keleha Sebe Behrat û derdora wê, di navbera hêzên Esad û El Nûsra-komên pê ve girêdayî, şerê dijwar diqewime.
Li dû êrîşa li hemberî bajêr, balafirên şer ên ser bi rejîma Esad jî dest bi bombebaranê kirin.
Balkêş e ku ev êrîşa çeteyên El Nûsra ya ji AKP'ê destekê digire, di demeke ku AKP û Erdogan destwerdana li Sûriyeyê xistine rojevê, ev mijar di civîna MGK'ê de plan kiriye û hêzeke leşkerî li ser sînor bicih kiriye de, pêk tê.