Çeteyan ji bo ‘cîhadê’ dizî jî kirine
Çeteyan ji bo ‘cîhadê’ dizî jî kirine
Çeteyan ji bo ‘cîhadê’ dizî jî kirine
Li eyaleta Nordrhein-Westfalen (NRW) a Elmanyayê li dijî rêxistinên çeteyan ên li Sûriyeyê serdegirtin pêk hatin û di encamê de derket holê ku Selefiyên radîkal ji bo ‘cîhadê’ dizî jî kirine. Li gorî rayedarên ewlehiya eyaletê, li gelek dêr û dibistanên li Kolnê li pişt bûyerên dizî û xespê alîgirên çeteyên DAIŞ’ê hene.
Di encama lêgerîna 40 xaniyan de 9 kes hatin binçavkirin û li eyaleta Niedersachsen û Rheinland-Pfalz li dijî Selefiyên radîkal ên xebatan dimeşînin jî serdegirtin pêk hatin.
ÇIRAVEK HAT ZIWAKIRIN
Serokê Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Eyaleta NRW’ê Burkhard Freîer ji rojnamegeran re axivî û got: “Belkî ev ne çirava yekem e. Lê yek ji ya herî mezin hat ziwakirin."
Freîer da zanîn ku komên piştgiriyê didin çeteyên DAIŞ’ê di bi navê alîkariya mirovahî pereyan kom dikin û di mehên dawî de bi sed hezaran euro berhev kirine.
Freîer da zanîn ku ji 1800 Selefiyên li NRW’ê ne 250 kes ji bo şîdetê amade ne û temenê van kesan di navbera 18 û 29’an de diguhere û got ku nêzî 40 Selefî tên şopandin.