Çeteya bi îmtiyaz DAIŞ

Li taxa Înonu ya duyemîn a Narlidere ya Îzmîrê, Sûriyeyiyên li malekê bicih dibin, piştî demekê bi awayekî vekirî dest bi propaganda DAIŞ'ê dikin. Şêniyên taxê li ser vê yekê ketin nava tevgerê.

Li taxa Înonu ya duyemîn a Narlidere ya Îzmîrê, Sûriyeyiyên li malekê bicih dibin, piştî demekê bi awayekî vekirî dest bi propaganda DAIŞ'ê dikin. Şêniyên taxê li ser vê yekê ketin nava tevgerê. Polîs hat agahdarkirin, lê belê polîsan pêwîstî bi hatinê nedîtin. Piştî şêniyên taxê pevçûn û yên li malê hatin guhertin, polîsan tûrek li taxê avêtin û çûn.

Endamên DAIŞ'ê yên li taxên xizan ên Îzmîrê malê kirê dikin, ciwanên kêmî 18 salî hînî bikaranîna narkotîkê dikin û wan teşwîqî firotina madeyên narkotîkê dikin. Endamên çete piştî demekê propagandayê dikin ku dikarin li Sûriyeyê gelekî pere qezenç bikin û dest bi dayîna pesnê DAIŞ'ê dike. Piştî ku deşîfre dibin, vê carê ekîbeke din tê. Şêniyên taxê bi tirs û guman in. Lê belê polîs xemsar e.

Li taxa Înonu ya duyemîn a Narlidereyê, çeteyên DAIŞ'ê kamp çêkirine. Endamên çete yên li qadên cuda yê taxê mal kirê kirine, bi taybetî gefê li esnafên HDP'yî dixwin. Şêniyên taxê ji ANF'ê re axivîn.

ŞÊNIYÊN TAXÊ VEGOTIN

Ji şêniyên taxê jina bi navê E.G. anî ziman ku ew demeke dirêj e li taxê dijî, her kesî nas dike û got, "Ev bû 2 sal in ev kes hatine taxa me. Me digotin qey ji Rojava hatine û timî alîkarî didan wan. Piştî demekê em pê hesiyan ku yên li malê dimînin diguherin. Dema me ev rewş pirsîn ji me re gotin 'xizmên me ne'. Herî dawî hatin gef li esnafê li vir xwarin. Hingî têkilî qut bû."

WESAYÎTÊN LUKS

E.G. diyar kir ku endamên çete bi ciwanên li taxê yên narkotîkê bi kar tînin re gelekî samîmî ne û got, "Piştî ku bi wan re pirsgirêk derket, astiya rewşa xuya bû. Me dît ku ciwanên kêmî 18 salî û narkotîkê bi kar tînin, bi wan re gelekî samîmî ne. Bi taybetî mirovekî bi tenê têkilî bi ciwanan re datîne. Hemû di Facebookê de hevalên hev in. Ciwanan timî li mala xwe dicivînin û bi wan re sohbetê dikin. Her hefte ciwanên nû tên û diçin. Bi wesayîtên luks, mirovên bi çenteyê reş, bi şimik, şelwar û rî, tên malê. Ev kes dema bi şev tên malê, hin kesan bi xwe re dibin û diçin. Dema li taxê digerim, timî çenteyê reş li pişta wan e. Dema me li malperên wan ên Facabookê temaşe kirin, me dîtin ku di wêneyên profîlê de ala DAIŞ'ê heye."

BILÊTÊN DÎLOKÊ NÎŞAN DAN

Ji esnafên taxê yê gef xwar G.P. anî ziman ku çend kesên di dema hilbijartinê hatin marketê, dema amblema HDP'ê li marketê dîtin gotin, "HDP Elewî ye' û li ser vê yekê nîqaş derket. G.P. diyar kir ku yên li marketê nîqaş kirin piştî demekê hatiye marketê tiştan bikirin û got, "Bilêtên ber bi Dîlokê nîşanî min dan û gotin, 'Em diçin cîhadê. Em DAIŞ in'. Li ser vê yekê min ev kes ji marketê qewirand. Piştî vê bûyerê min agahî da cîran û xizmên xwe."

BI ÇEKÊ PÊŞWAZÎ KIRIN

G.P. da xuyakirin saetek piştî vê bûyerê ew pê hesiyaye ku ciwanên li taxê dibezin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Min ji ciwanan pirsî ka çi bûye? Ji min re gotin 'Ew bi tekbîrê li nava taxê digerin. Ji bo DAIŞ'ê dirûşmeyan diqîrin. Mîna wan kinc li xwe kirine'. Ciwan tirsiya bûn, ji tirsa nikarîbûn biaxiviyan. Weke şêniyên taxê em di destpêkê de li polîsan geriyan, lê nehatin. Me jî xwest biçin bi wan re biaxivin. Piştî hevalên me li derî xistin, li her odeyê du kes derketin ber paceyê. Dema derî li me vekirin, em bi tevgerekê hesiyan. Hingî gule berdan hewayê. Em jî piştî dengê çekê ji wir çûn, hatin malên xwe."

EW ÇÛN POLÎS HATIN

G.P. da zanîn ku piştî vê bûyerê ew heta serê sibehê sekinîne, lê polîs nehatine û got, "Saet di 05:00 de mînîbusek hat û ew ji malê bir. Yên di hundir de bi çek bûn. Çekên wan bi hêsanî dihat dîtin. Piştî ku ew çûn, polîs hatin. Me giliyê wan kir. Ji me re gotin, 'hûn têkevin hundir, ya pêwîst em ê bikin' û çûn."

TIMÎ XWE DIGUHERÎNE

G.P. ragihand ku yên li nava malan timî tên guhertin û got, "Dema ciwanek diçe, 3 ciwan tê şûna wan. Bi ciwanên li taxê, bi taybetî yên kêmî 18 salî re gelekî samîmî ne. Bi wan re diçin tatîlê, diçin deryayê. Bi taybetî em hedef girtine. Bi taybetî piştî têkçûna DAIŞ'ê xwe nîşan didin. Em bi wan re li heman taxê dijîn, ewlekariya jiyana me nîne."

ÇENTEYÊN WAN ÊN DEST LÊ NAYÊ DAYÎN

Ji şêniyên taxê S.Ç. ê 17 salî anî ziman ku wî  li taxê endamên çete nas kiriye, kar jê xwestine û got, "Em li înşaetê dixebitin. Ji bo kar me ew bir înşaetê. Li wir em samîmî bûn. Bi hevalên me yên din re jî bûn dost. Rojekê bang li me kirin ku em biçin mala wan. Em çûn malê, me dît ku naşibe rewşa maleke normal. Li banê cihên nîşankirî û çenteyên reş hene. Destdanîna li wan qedexe ye. Hûn nikarin bikevin hundirê hin odeyan."

EM BIŞÎNIN SÛRIYEYÊ

S.Ç. diyar kir ku endamên çete piştî demekê bi ciwanên li taxê re, bi taybetî yên narkotîkê bi kar tînin re samîmî bûne û got, "Piştî demekê ez ketim nava gumanan, ku tevî karê li înşaetê çawa ewqas pereyê wan çêdibe. Ji min re gotin, 'eger tu bixwazî em ji te re esrarê bînin, bifiroşe'. Bi yên vî karî dikin re gelekî samîmî bûn. Bi wan re diçûn deryayê, diçûn barê. Ciwanên li taxê jî bi xwe re dibirin û ber dilê wan xweş dikirin. Wesayîtên luks timî diçûn û dihatin. Yên li malê timî diguherîn. Dema me dipirsî jî timî bahaneyek didîtin. Gelek pereyê wan heye, bi ciwanan re rûdinên esrarê dikişînin. Rojekê min dest da çenteyên li malê, di hundir de çek hebû. Ew çente timî bi wan re heye. Ji min re gotin, 'were em te bişînin Sûriyeyê li wir bizewice, pere qezenç bike'. Herî dawî piştî ku bi awayekî vekirî pesnê DAIŞ'ê dan, em bi wan re pevçûm. Piştî ev bûyer qewimî, ew ekîp çû, ekîbeke din hat."

'NEÇIN KAR, EM BI HEV RE KÊFÊ BIKIN'

O.Y. ê 18 salî yê bi Sûriyeyiyan re li înşaetê dixebite anî ziman ku endamên çete jê xwestine ku di şerê li Sûriyeyê de destekê bide wan û got, "Digotin, 'em we li wir bizewicînin'. Me ji wan bawer nekir, em ketin nava gumanan. Rojekê em çûn mala wan, çend wêneyên me kişandin û ji hev re şandin. Me gotin heval in, tişt nabe. Ji me pirsî 'hûn esrarê dikişînin?' Ji me re digotin, 'neçin kar, em bi hev re kêfê bikin'. Li malê 10 kes diman. Her tim diguherîn. Yekî mîna fermandar hebû, ew çû, yekî din hat."

DEST BI DAYÎNA PESNÊ DAIŞ'Ê KIRIN

O.Y. da xuyakirin ku piştî têkçûna DAIŞ'ê ya li herêmê endamên çete dest bi axaftina pesnê DAIŞ'ê didin kirin û di vê mijarê de wan nîqaş kirine. O.Y. got, "Piştî ku me nîqaş kir, demeke dirêj me hev nedît. Pişte hatin ji me re gotin 'we şaş fêm kirine'. Ew timî rûdiniştin û esrar dikişandin. Hemûyan spor dikirin û gelekî baş li xwe dinêrîn. Pereyên wan qet nediqediya. Ji bo em esrarê bikişînin, rewş û cih amade dikirin. Ji bo bifiroşin jî ciwanên li taxê teşwîq dikirin. Ji me re digotin 'hûn ciwanên kêmî 18 salî bînin, em wan nas bikin'. Çend caran ji me re gotin 'werin bicih bibin, li vê malê bimînin'. Min rojekê dest da çenteyê li pişta wan, çek tê de bû. Dema min ji wan pirsû 'hûn diçin ku', ji min re got, 'ez ê biçim nava DAIŞ'ê, şer bikim.' Piştî ku ev bûyer qewimîn, êdî em hew bi wan re axivîn, em neçûn cem wan."

...