CENÎ: Bi bilindkirina têkoşînê em 25'ê Mijdarê pêşwazî bikin

CENÎ: Bi bilindkirina têkoşînê em 25'ê Mijdarê pêşwazî bikin

Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd (CENÎ) da zanîn, ku şîdeta li hemberî jinê li her devera cîhanê bi şêweyên cuda dewam dike û destnîşan kir, ku çeteyen DAIŞ'ê jî serî li qirkirina jinê dane. CENÎ da xuyakirin ku li welatên Rojavayî jî qirkirina jinê dewam dike û argihand, ku Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez sembolên azadiya jinên Kurd in.

Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd (CENÎ) diyar kir, ku ew 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Hemberî Jinê, bi ruhê azadî, demokrasî, wekheviya civakî û têkoşînê pêşwazî dikin.

CENÎ da xuyakirin, ku şîdeta li hemberî jinê, di roja îro de jî li her devera cîhanê, bi şêweyên cuda dewam dike.

'DAIŞ, MÎNA BAZARA MIROVAN A SERDEMA NAVÎN E!'

CENÎ bal kişand ser hovîtiya çeteyên dijminê jinan DAIŞ'ê û diyar kir ku ji meha Tebaxê û vir ve li Şengal û derdora wê zêdeyî 5000 jinên Kurd-Êzidî, Tirkmen û ji baweriyên cuda ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine revandin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Mîna bazarên mirovan ên serdema navîn, jin li bazarên mirovan tên firotin, rastî destavêtinê tên. Çeteyên DAIŞ'ê ku dijminê jinê ne, ji her ol û nîjadî jinan qetil dikin û qirkirinê dikin. Koma bi navê Boko Haram ku xwe weke rêxistina birayê DAIŞ'ê bi nav dike, di meha Nîsanê de li Nîjeryayê 276 keçên xwendekar revand û bi zorê bi encamên koma xwe re da zewicandin." CENÎ destnîşan kir şîdeta li hemberî jinê li her parzemînê bi rêk û pêk tê kirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li welatên rojavayî yên xwe pêşveçûyî dibînin, qirkirina jinê gelek caran bi awayekî gelekî zirav ku neyê dîtin tê meşandin û jin weke meta ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve tê bikaranîn.

CENÎ bal kişand ser jiyan û têkoşîna şoreşgerên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, ku li dijî sîstema serdest a mêr nîşaneya azadiyê ya jinên Kurd e û destnîşan kir ku her sê jinên leheng ên Kurd û xwişkên Mîrabel di biryardariya têkoşînê û îdealên azadiyê de gihaştine hev.

'BERXWEDANA XWIŞKÊN MÎRABEL DI KESAYETIYA JINÊN KURD DE GIHAŞTIYE QONAXEKE BILIND'

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li Rojava û Şengalê, bi pêşengiya jinên Kurd, li dijî êrîşên DAIŞ'ê û hemû êrîşên li hemberî jinê, berxwedaneke mezin hatiye nîşandan û bingeha jiyaneke azad, demokratîk û wekhev hatiye danîn. Ev yek jî nîşan de ku berxwedana xwişkên Mîrabel û yên di şopa dan de meşiyane, di kesayetiya jinên Kurd de gihaştiye qonaxeke bilind."

Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd (CENÎ) bi wesîleya 25'ê Mijdarê bang kir ku li her devera cîhanê rêxistinbûyîn û têkoşîna li dora jinê bê xurtkirin û ji bo hêza çareseriyê di jiyaneke alternatîf de bê afirandin, piştevanî were kirin.