'Cengîz Çandar dê bihata binçavkirin'

'Cengîz Çandar dê bihata binçavkirin'

Rojnamevan Alî Bayramoglû diyar kir ku îdîaya parêzerê rojnameya Ozgur Gundem û rojnamevanên girtî Ozan Kiliç a ku dibêje “Dê rojnamevan Cengîz Çandar jî di çarçoveya operasyonên KCK’ê de bê binçavkirin” rast e.

Ozan Kiliç, di daxuyaniya dawiya hefteyê da Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) gotibû; “Min ji emniyetê bihîst ku dê Cengîz Çandar jî beşdarî lêpirsîna KCK’ê bibe. Gava hempîşeyên min girtî bûn, me ji wir agahiyek wergirt. Cengîz Çandar pêşgotina pirtûka hevalek me ya bi navê ‘Rojên Ocalan ên li Îmraliyê” nivîsanadibû. Hema bêje wê jî xistine nava dosyayê.”

Nivîskarê rojnameya Yenî Şafakê Alî Bayramoglû, van daxuyaniyên Kiliç îro do quncika xwe rojnameyê de weşand û diyar kir ku îdîayên Kiliç rast in. Bayramoglû ev agahî da:

‘’Cengîz Çandarê ku behs dikin...

Rojnamevanek tescîlkirî û rewşembîrek…

Tişta ku qal tê kirin pêşgotina ku rojnamevanek, ronakbîrek ji pirtûkekê re nivîsandiye…

Nirxandinek di parzinga zanîn û ceribandinan re hatiye parzandin…

Hûn ê bêjin ev îdîa rast e?

Bê guman…

Binêrin, çima?

Rojên Ersanli û Zarakolû hatibûn girtin bûn. Hevalek min ê ku endamê hîndekariyê bû, em demek dirêj bi hev re xebitîne û ez pir jê hez dikim, rojek hat rojnameyê.

Di nava fikaran de bû û digot; “Lîstek nû ya binçavkirinan heye, tevî min dê 7 endamên hîndekariyê bigirin”. Ev agahî hempîşeya/ê min a/ê malnişî dabû. Wê/wî jî vê agahiyê ji saziyek bi bandor a dewletê wergirtibû. Ev lîsta ku dihat qalkirin pir girîng bû, hin hîndekarên ku bi nêrînên xwe yên azadîxwaz tên naskirin hebûn.

Em bi hin nivîskar û rêberên rojnameyê re axivîn, me pêşî nezanî em li ser vê yekê baldar bin an ne…

Lê em bi fikar bûn…

Û me ji her kesên ku diviya bibîsin û bizanin re got…

Lê mixabin, di dawiyê de hat zanîn ku ev agahî rast e.

Çavkaniyên emniyetê piştrast kirin.

Emniyeta ku “azadiya ramanê weke rêxistina terorê dibîne”, navenda xweser a ku siyasiyê bi keyfa xwe dinirxîne, mekanîzmayê dide xebitandin û biryarê dide, “emniyetê…

Piştî ku ev agahî hat piştrastkirin, ev operasyonê êdî nema dikarî bê lidarxistin û hat rawesandin.

Lê bi rêyên enformal…

Ev gefên bi nirxandinên polîsan hîna jî berdewam dikin(…)

Ger ev yek heta Çandar û yên mîna wî biçe, ger wêrekiya desthilatiyê heta vir hatibe, ev yek jî tê wê wateyê ku pişta demokrasiyê ewqas hatiye tewandin, nema dikare rast bibe.’