Cenazeyê şervana YPJ’ê Esma Ehmed li Minbicê hat veşartin

Cenazeyê şervana YPJ’ê Şehîd Esma Ehmed (Rîtac) li Şehîdgeha Minbicê bi merasîmekê hat veşartin.

Şervana YPJ’ê Şehîd Esma Ehmed (Rîtac) li Şehîdgeha Minbicê hat veşartin. Şêniyên Minbicê cenazeya şehîd Esma Ehmed (Rîtac) ji Nexweşxaneya Firatê girt û bi karwanekî wesayîtan ber bi Şehîdgeha li başûrê bajar ve çûn.

Li Şehîdgehê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê toreneke leşkerî li dar xist.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, Endama Meclîsa Leşkerî ya Jinan a Minbic Roj Cerablûs axivî û got: “Kesên xwîna xwe fedayê welat dike, heta ku ruhê wê biçe jî dijmin ditirsînin. Ji ber ku peyamên eşkere didin dijmin.”

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Minbicê Kefa El-Elî got, “Şoreşa ku jinan negire nava xwe ne pêkan e ku bi ser bikeve.”

Hevseroka Meclîsa Qanûnsazî ya Minbicê Sîham Hemû jî axivî û diyar kir: “Îro em kulîlkek ji kulîlkên Hêzên Parastina Jin dispêrin karwanê şehîdan da ku bi xwîna xwe erdê bajarê Minbicê av bide.”

Endama Koma Jinên Zenûbiya ya Minbicê Fadiye Resûl axivî û destnîşan kir ku ew bi rêzdarî bejna xwe li hemberî şehîd Rîtac ditewînin.

Piştî axaftin bi dawî bûn, endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mihemed El-Şêx nasnameya şehîd Esma Ehmed xwend û radestî malbatê kir. Cenazeya şehîd bi drûşme û tililiyên dayikan hate veşartin.