Cenazeyê Poyraz a HDP'î rakirin Saziya Tipa Edlî
Cenazeyê xebatkara partiyê Denîz Poyraz, ku di dema êrişa li ser rêxistina HDP'ê ya bajarê Îzmîrê de hate qetilkirin, birin Saziya Tipa Edlî.
Cenazeyê xebatkara partiyê Denîz Poyraz, ku di dema êrişa li ser rêxistina HDP'ê ya bajarê Îzmîrê de hate qetilkirin, birin Saziya Tipa Edlî.
Denîz Poyraz, ji aliyê êrişkarê bi navê Onûr Gencer ve di serdegirtina li avahiya HDP'ê hate qetilkirin. Gelek wêneyên Gencer eşkere bûn ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye perwerdekirin û cihê xwe di nava komên çete yên Sûriyeyê de girtiye.
Cenazeyê Denîz Poyraz a ku di êrişê de hate qetilkirin, piştî lêkolîna li cihê bûyerê ji avahiyê hate derxistin.
Bi hezaran kesên li ber avahiya partiyê li hev kom bûn dirûşma "Şehîd namirin" qîriyan. Cenazeyê Poyraz birin Saziya Tipa Edlî.