Cenazeyê dayika Şehîd Zekiye Alkan hat veşartin

Cenazeyê dayika Zekiye Alkan a di Newrozê de bi şewitandina bedena xwe şehîd bû, Îsmet Alkan hat veşartin.

Dayika Zekiye Alkan a ku di sala 1990'an de pîrozbahiya Newroza Amedê li ser sûran bedena xwe şewitan û şehîd bû, Îsmet Alkan di 15’ê Cotmehê roja Yekşemê ji ber krîza dil rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha 9 Eylûlê, tevî midaxaleyan nehat rizgarkirin.

Di merasîma cenazeyê Alkan a li Cemxaneya Narlidere ya Îzmîrê hat lidarxistin de malbata Alkan, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Girtî û Hikûmxwaran a Egeyê (EGE TUHAYDER) û rêveberên HEDEP amade bûn. Piştî rêzgirtinê Alkan li Goristana Narlidere hat veşartin.

Li ser gora Îsmet Alkan kulîlk hatin hiştin û çira hatin pêxistin. Piştî merasîma definkirinê li Cemxaneya Narlidereyê loqme hat belavkirin.

Malbat wê sersaxî li malê qebûl bike.