Cenazeyê cangoriyên qetlîama li Konyayê hatin veşartin
7 kesên ji malbata Dedeogûllari ya ku li navçeya Meramê ya Konyayê ji aliyê nijadperestên AKP û MHP’ê hatibûn kuştin, li Goristana Saraçoglû hatin veşartin.
7 kesên ji malbata Dedeogûllari ya ku li navçeya Meramê ya Konyayê ji aliyê nijadperestên AKP û MHP’ê hatibûn kuştin, li Goristana Saraçoglû hatin veşartin.
Cenazeyên 4 jê jin 7 kesên li navçeya Meram a Konyayê hatin qetilkirin, li Goristana Saraçoglû ya navçeya Karatayê li kêleka hev hatin definkirin.
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, endamên Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê û Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Konyayê Abdullatîf Şener beşdarî merasîma cenazeyan bûn.
Piştî wacîbeyên olî cenazeyên 7 kesên ku hatin qetilkirin, li kêleka hev hatin veşartin.