Cenazeyê bavê Gultan Kişanak hate veşartin

Cenazeyê Lutfî Ozer ê ku bavê Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak bû, hate veşartin.

Lutfî Ozer ê ku bavê Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak bû, duh rehmet kiribû. Îro li Cemxaneya Ehlibeyt a Xarpêtê ji bo wî merasîmek hate lidarxistin.

Gultan Kişanak a ku di Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê de bû, bi saya hewldanên parêzerên xwe ji bo tevlêbûna merasîma cenaze hat Xarpêtê. Kişanak berê birin mala malbata wê û piştre jî ew birin cemxaneyê. Leşkerên Tirk nehiştin di merasîma cemxaneyê de rojnamevan karê xwe bikin.

Piştî vacîbeyên olî cenazeyê Ozer li gundê Sûnê hate veşartin.