Cenazeyê Îper ê HDP’yî hate veşartin

Cenazeyê Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Bazarcixê Erdal Îper ê ku ji ber sekinandina dil jiyana xwe ji dest dabû, hate veşartin.

Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Bazarcixê Erdal Îper li Mereşê ji ber sekinandina dil jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Îper li mezraya Torolar a Taxa Kizirlî ya Bazarcixê hate veşartin. Parlementerên HDP’ê jî di nav de gelek kes tevlî merasîma cenaze bûn.

Ligel ku ew bi xwe jî erdhejzede bû, ji roja pêşîn ve li navenda koordînasyonê ya Bazarcixê dixebitî û di 8’ê Adarê de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.

Di merasîma veşartina cenaze de parlementerê HDP’ê Zeynep Ozen axivî û got “Ji roja pêşîn a erdhejê ve li maseya krîzê xebitî. Wî destê alîkariyê dirêjî mirovan kir, tirên alîkariyê vala kir. Çû gundên ku kes neçûbûnê. Wî ji bo gelê me ev êş û eziyet kişand. Em jê dixwazin ku heqê xwe li me helal bike. Em heqê xwe li wî helal dikin.”

Piştî ku flamayên HDP’ê danîn ser gora wî û kesên tevlî merasîma cenaze bûbûn sersaxî ji malbatê re xwestin. Şîna wî wê li Torolarê were danîn.