Cenazeya Çelîk ji aliyê dehezaran ve hat pêşwazîkirin

Cenazeya Çelîk ji aliyê dehezaran ve hat pêşwazîkirin

Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Kadîr Çelîk bi navê kod Huseyîn Mahîr ku sala borî li Elkê ya Şirnexê li Çiyayê Jirka di encama teqîna mayînê jiyana xwe ji dest da, cenazeyê Çelîk bi tevlibûna dehhezaran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê.

Kadîr Çelîk ku ji Melezgîra Muşê ye di 2’ê Tebaxa 2012’an de li Elkê pêl mayînê kir û bi giranî birîndar bûn. Çelîk ligel hemû mudaxaleyan jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Çelîk ligel hewldanên malbatê îro hate hînbûn ku cenaze dikare bê teslîmgirtin.

Malbat, MEYA-DER û ÎHD’ê  ji bo cenazê bigirin serlêdan kirin û çûn Elkê. Piştî agahî hatin girtin nûnerên saziyên sivîl, saziyên jinan derketin rê. Girse li nava Elkê demekê rawestiya. Piştre ber bi Çiyayê Kato derketin rê. Alên PKK û KCK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin.

Li Çiyayê Katoyê girse dema li benda cenazê bû ji bo nimêja înê ref girêdan. Piştre ji bo merasîmê amadekarî hat kirin. Cenaze teslîmî malbat û nûnerên MEYA-DER’ê hat kirin. Gerîlayên cenaze teslîm kirin ji qadê veqetiyan.

Girseyê Cenaze teslîmî Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê kirin.