Celawla û Sadiye di kontrola gerîla û pêşmergeyan de ne

Celawla û Sadiye di kontrola gerîla û pêşmergeyan de ne

Gerîlayên HPG û YJA STAR bi pêşmergeyan re danê vê sibehê li hember bajarokên Celawla û Sadiye yên girêdayî Xaneqîn operasyonek li dar xistin. Di operasyonê de  ku şer û pevçûnên dijwar rû dan, di encama operasyonê de Celawla û Sadiye ketin kontrola hêzên gerîla û pêşmerge.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku hêzên gerîla û pêşmerge îro saet 04.30’î li hemberî çeteyên DAIŞ ên li Celawla û Sadiye yên girêdayî Xaneqîn a Kerkûkê operasyonek li dar xistin. HPG’ê di daxuyaniya xwe de got, “Operasyon heta saet 14:00'an dewam kir. Di encama vê operasyonê de li bakurê Celawla bi awayekî zelal 3 çete hatin kuştin û gelek çete jî birîndar bûne.

Bi vê ve girêdayî bajarokên Celawla û Sadiye ketine kontrola hêzên me û pêşimergeyan.

Navenda ragihandinê diyar kir ku di çarçoveya operasyonê de tevgera li herêmê didome û her ku detay zelal bibin wê bi raya giştî re bên parvekirin.