CDK-F: Em bi xurtî tevlî çalakiyên li dijî tecrîdê bibin
CDK-F ji bo çalakiyên vê hefteyê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Fransayê werin lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
CDK-F ji bo çalakiyên vê hefteyê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Fransayê werin lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Di daxuyaniya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Fransayê (CDK-F) de hat gotin, "Ji ber kaosa ji nava darbe û dij bi darbeyê ya li Tirkiyeyê derket holê, faşîzma AKP'ê li Kurdistanê rewşeke giran a mîna cehenemê afirandiye. Di nava vê rewşê de jiyana kesî ne ewle ye. Komkujiya bi hevkariya AKP-DAIŞ'ê li Dîlokê hat kirin, nîşaneya şênber a vê yekê ye.
Hê jî agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Lewma em bi fikar in. Fikarên me jî roj bi roj zêde dibin. Ji ber soza me ya 'Bê Serok jiyan nabe' divê hem nerazîbûnên xwe roj bi roj zêdetir bikin.
Divê neyê ji bîrkirin; yekane zimane ku faşîzm jê fêm dike, berxwedaneke xurt e. Di vê çarçoveyê de em bang li gelê xwe û hemû mirovên baldar dikin ku bi xurtî tevlî eniya berxwedanê bibin û cihê xwe di nava çalakiyên hevdemî yên 24'ê Tebaxê roja Çarşemê saet di 18:00 ên li hemû herêman, bibin."
Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin, çalakî wê li herêmên Drancy, Evry, Creîl, Vîllîers le Bel, Roûen û Vîlleneûve Saînt Georgesê bên lidarxistin.