Çaremîn konferansa Kurdocîde Watch CHAK pêk tê

Çaremîn konferansa Kurdocîde Watch CHAK pêk tê

Kurdocide Watch CHAK, ji bo çaremîn konferansa xebatên xwe bê navber dimeşînin. Azad Heyder ku delegeyê konferansê ye der barê amadekariyên xwe de agahî da û diyar kir ku dê Kurdocide Watch CHAK, di navbera 18-20’ê gulanê de, çaremîn konferansa xwe dê li Wiyana çêke. Heyder da zanîn ku hêviyê me gelekin.

Heyder destnîşan kir ku Kurdocide Watch CHAK rêxistinek mafê mirovan e û di 2002’an de ava bûye. Heyder da zanîn ku di despêkê de CHAK’ê betir bala xwe daye ser qirkirina kurdan a li Helepçeyê ku bi navê Enfal tê naskirin. Heyder wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê xebata xwe de CHAK serkeftin bi dest xistin. Wek minak, li Holandayên dezgehên dewletê xwestin monomentek bîranîna Heleçe ava bikin. Peryoda berê, di giftûgoyên parlamenta Swêdê de diyar bû ku hemû partiyên Swêdî ku Enfal wek jenosid dibînin û pêşniyaz heye ku 16’ê adarê bibe roja li dijî qirkirinê. Di vê xebatê de CHAK’ê dengê xwe gihandiye cîhanê. Îro roj li 11 welatan Kurdocide Watch CHAK xwe organise kiriye û qada kar û barê xwe fireht kiriye.”

Heyder anî ziman ku Tevgera azadiya kurd, partî û rêxistinên kurdan li diaspora, giraniya xeta wan xala politik bûye. Heyder bi lêv kir ku ji xalên mafê mirovan û felekatên bi serê kurd de hatine qet nedîne û tu tecrûba wan jî nîne. Heyder got ku demê dawî de ew jî pê hisyane û piştgiriya xebata Kurdocide Watch CHAK dikin û got; Kar û xebata CHAK a ji bo mafê mirovan û li dijî jenocida li hdmber kurdan, hevalbendên doza kurdan zêde kiriye. Zanyariya li ser mercên ku kurd têde dijîn û çavsoriyên li wan bûye û dibe, rêk ûpêk tir bûye.”

DU SALÊN DAWÎ XEBAT BERFIREH BUN

Heyder balkişand ser girîngiya konferansê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev du sê salên dawî Kurdocido Watch CHAK xebatên xwe zêde kir. Hejmara kurdên ji rojave, başûr û rojhilat zêdetir bûn. CHAK pirsgirêk û rewşa kurdan kir rojeva xwe. Di wan du salên dawî de em li Swêdê bûn xwedî hin tecrûbeyan ku struktura CHAK re dide tevliheviyê. Li gor me du aliyê kar hene. Yek jê bicîhanîna erkan, ya din jî aliyê kar yê demokratik e. Ev herdû alî gelek caran têkel dibe. Loma jî meseleyên şexsî û yên giştî xwe mîna porê xelekî xwe li hev digerînîn. Gelek caran nerehetî û şaş têgihiştin ji ber vê yekê ye. Li her welatî Kurdocide Watch CHAK jiyanek xwe taybetî heye. Li tenişta vê jiyana taybetî, kampanyayên bihev re ji CHAK re pêwistin. Her wiha strukturek hêsan û zelal. Desthilatdaran, dagirkeran dîroka kurdan nivîsîne. Bêguman li gorî xwe û ji bo xwe ev kar kirine. Îca em çiqasî serpêhatiyên xwe, rastiya rastiyê ya dîroka xwe, pirsgirikê xwe bi civakên em lê dijîn re parvekin, em ê biserkevin.”

GIRANÎ BAKURÊ KURDISTANÊ YE

Heyder da zanîn ku CHAK’ê jenosidên li seranserê Kurdistana xist rojeva xwe û wiha pê de çû: “ Wek mînak Qirkirina li Dêrsim, şewata sînema Amûdê û payîzî jî konferansek li rojhilatê Kurdistanê pêk tê… Hûn dikarin di vê xebata CHAK de çi bû û çi nebû di kovara Sirwan de bixwînin. Îro em ji bo xebata xwe ya li Skandinavya bêjin- wek her kurdekî, rojhilatê Kurdistanê di rojeva me de ye. Em bi hesanî dikarin bêjin ku di lihev nêzkbûna kurdan de rola CHAK mina girkî diyare. Beriya rojava, wek ku xwendevan dizanin, giraniya xebata me bakurê Kurdistanê bû. Xala girtiyên doza KCK û zarokên di zîndanên Tirkî de hîn jî di rojeva me de ne. Em di hin tiştan de biserketin. Payizê, di bernama kar û xebata me de, konferans navnetevî ya li ser rojhilatê Kurdistanê heye. Me dest bi amadekariyên wê kiriye. Her wiha kampanyayên me yê bo doza KCK û zarokên li zîndanan dê dom bikin. Li Swêdê, dezgehên kurdan, her sal li Stockholmê, her yek ji wan li gorî xwe Helebçe bibirtînin.”