Canê ku erdhejê nestand, AFAD’ê stand

Xefriyatkar Ozan Ofkelî, îşaret pê kir ku xebata lêgerîn û rizgarkirinê li Hatayê, ji ber rayedarên AFAD’ê dereng dest pê kiriye û got: ‘’AFAD’ê nehişt makîneyên kar bikevin nava bajêr, li yên ku ketin, gef xwar ku wê sotemeniyê nede.’’

Bi qasê erdheja 6’ê Sibatê rabû, bi astengiyên burokratîk jî felaket zêde bû. Komên lêgerîn û rizgarkirinê dereng çûn ser kavilan, mirovên bi saetan di bin kavilan de li ber xwe  dan, dibû ku bihatana xelaskirin lê têrkê mirinê hatin kirin. Derket holê ku komên AFAD’ê bi awayekê kêfî nehiştiye ku makîneyên kar bikevin nava Hatayê. Xefriyatkar Ozan Ofkelî îşaret pê kir ku makîneyên kar ên ku çûne Hatayê, bi hinceta ku ‘’belgeya destûrê’’ ya wan nîn e nehiştiye bên bikaranîn.

AFAD’Ê HEM NEHIŞT HEM JÎ GEF XWARIN

Ofkelî ku şêniyekê Taxa Armûtlûyê ye, diyar kir ku sê rojan li bendê maye ku makîneyên kar bikevin Hatayê da ku pê molozan rabike û xwe bigihîne yên di bin kavilan de û ev tişt anîn ziman: ‘’Ji ber ku karê min xefriyat e û li derveyê bajêr jî dixebitim, min ji nasên xwe makîne xwest. Makîneyên kar ên Şaredariya Ispartayê hatin, lê ji aliyên rayedarên AFAD’ê ve hatin astengkirin. Rayedarân got, heta ku qeyda makîneyan çênebe, nabe ku bikevin nava bajêr û li yên bêyî kontrol ketin nava bajêr jî bi nedayîna sotemeniyê gef xwar. Me qeyd çêkir lê îcar ji bo sotemeniyê werbigirin me nekarî xwe bigihînin rayedarên AFAD’ê.’’

QEYD KIR HINCET, SOTEMENÎ NEDA

Ofkelî, da xuyakirin ku ji bo makîneyên kar bibe Taxa Armûtlûyê, burokratên ku nas kirine, xistine dewreyê ji ber nekariya sotemeniyê werbigire, dereng dest bi xebatê kiriye û wiha got: ‘’AFAD’ê bi hinceta ku qeyda makîneyan nîn e li ber ketina nava bajêr a makîneyên kar bû asteng û qet nehat vir. Ji AFAD’ê bi tenê dilxwaz hatin vir. Mirovên li bendê bûn bên xelaskirin û cenaze, bi sê rojan dan sekinandin.’’