Çalakvanên greva birçîbûnê di huncreyan de têne girtin

Çalakvanên greva birçîbûnê di huncreyan de têne girtin

Girtiyê bi navê Nîhat Ekmez û Sadik Aslan yên ku li Girtîgeha Tîpa E ya Bûrdûrê de dimînin û dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger kirin di hucreyên yek kesî de tên girtin.

Hate ragihandin ku, girtiyên bi navê Nîhat Ekmez û Sadik Aslan yên ku li Girtîgeha Tîpa E ya Bûrdûrê de 35 rojin di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger de ne di hucreyên yek kesî de tên girtin. Hate hînbûn ku, girtiyên dixwazin rewşê ji TUHAD-DER'ê û raya giştî re rabigihînin jî faksên wan ji aliyê Midûriyata Girtîgehê ve tên destserkirin.