Çalakiyên piştgiriya girtiyan belav dibin

Çalakiyên piştgiriya girtiyan belav dibin

Çalakiya girava birçîbûnê ya bêdem û dorveneger di roja 36'emîn de ye. Li Edene, Êlih, Amed ,Wan, Colemêrgê, Sêrt û naçveya Giyadînê ya Agiriyê bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya gireva birçîbûnê çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de bêhestiyariya AKP'ê ya li hemberî çalakiyê hate şermezarkirin. Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk diyar kir ku, divê girtiyên dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin bi tenê neyên hiştin û wiha got: "Heta daxwazên hevalên me tên qebûlkirin divê em çalakî û meşên xwe yên bi vî rengî berdewam bikin."

EDENE

Şaxa ÎHD'ê ya Edene, BDP, HDK, KURDÎ-DER, TUHA-DER û KESK'ê li Parqa Înonu ji bo balê bikşînin ser çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger daxuyanî dan çapemeniyê. Komê pankrata "Em li girtîgehana mirinan naxwazin" vekirin û slogana "Zext me bêzar nakin" hate berzkirin. Serokê Şaxa ÎHD'ê Şahîn Kiliç daxuyanî xwend û diyar kir ku, çalakiya gireva birçîbûnê di roja 36'emîn de ye û parêzvanên mafên mirovan tu caran naxwaza çalakiyên gireva birçîbûnê vegere rojiya mirinê.

Kiliç anî ziman ku, ji ber vê yekê divê mafên girtiyên dest bi çalakiyê kirin di serî de yê tenduristî û jiyanê bê parastin û hemû rayedar di vê mijarê de bi hestiyar bin û wiha got: "Em dixwazin çalakvanên gireva birçîbûnê ji bo tenduristiya xwe bi parêzên B1 vîtamînê bigirin. Wezareta Dadê û Tenduristiyê jî li gorî Danezana Peymana Maltayê tev bigerin." Kiliç anî ziman ku, ji sala 1980'an hate niha di girtîgehên Tirkiyeyê de 144 kes di gireva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest dan.

ÊLIH

Endamên Odeya Tabîban ya Êlihê û Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê jî bi heman armancê li ber Girtîgeha Êlihê daxuyanî da çapemeniyê. Nûngerên rêxistinên sivîl û rêveberên BDP'ê tevlî daxuyaniyê bûn. Serokê Odeya Tabîban ya Êlihê Dr. Mehmet Demîr di çalakiyê de axivî û diyar kir ku, li hemberî çalakiya gireva birçîbûnê bêhîstiyariyek heye û wiha got: "Em rêxistinên sivîl û gel jî li hemberî vê yekê bêhîstiyar û weke me rewş qebûl kiriye tev digerin. Serokwezîr Erdogan dibêje 'Pêdivî pê hembe em dê bi Îmralî û Qendîlê re hevdîtinê bikin' çima li hemberî çalakiya gireva birçîbûnê bêdenge."

Pişt re Endamê MYK'ê yê ÎHD'ê Nîhat Ekîncî daxuyanî xwend. Ekîncî diyar kir ku, her diçe çalakiya greva birçîbûnê belav dibe û heke wisa berdewam bike dê jiyana bi hezaran mirov bikev talokeyê û wiha got: "Em dê çalakiyê dê nêz de bişopînin. Daxwazên girtiyan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd daxwêzên tên xwestinin." Ekîncî xwest ku hemû raya giştî li hemberî çalakiyê bi hîstiyar be.

AMED

Diyar TUHAD-DER'a Amedê jî bi heman armancê li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di roja 2'emîn de çalakiya xwe berdewam kir û daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk û Aysel Tûglûk, Parlementerên BDP'ê Ozdal Uçar, Mulkiye Birtane û gelek xizmên girtiyan amade bun. Komê di çalakiyê de pankarta "Ji tecrîdê re na, ji girtiyan re azadî", "Bi zimanê zikmakî perwerde û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk" vekirin. Di çalakiyê de Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk axivî û wiha got: "Gelê kurd di têkoşîna azadî û demokrasiyê de bedelên mezin dan. Gelê Kurd hesapê van bedelên ku dane îro dipirse. Gelê Kurd dixwaze bi ziman, nasname, çand û statûya xwe azad bijî. Li dijî gelê kurd heta niha her tim polîtîkayên înkar û bişaftinê hatin meşandin. Niha li hemû qadên Rojhilata Navîn gelê Kurd ji bo mafê xwe yê azadiyê têkoşînê dide. Girtiyên li girtîgehan ji bo azadiya Birêz Abdullah Ocalan û mafê xwe yê demokratîk ketine gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger.

Girti 36 rojin di gireva birçîbûnê dene û berdewan dike. Divê hikûmet polîtîkayê xwe ji nû ve di ber çavan re derbaz bike. Divê mafê gelê Kurd yê demokratîk û rewa li ber çavan girtin. Em êdî teqez bê ziman, nasname û statûya jiyana koletî qebûl nakin.

Divê girtiyên ku ji bo van daxwazên xwe yên demokratîk ketine gireva birçîbûnê tenê neyên hiştin. Divê her kes piştgiriyê bide daxwazên wan. Divê heta çalakiya girtiyan bidome piştgirî û çalakiyên me jî bidomin.

Çalakî piştî rûniştina 5 deqîqeyan û daxuyanyê bi dawî bû.

Piştî daxuyaniyê hate diyarkirin ku dê her roj di demjimêr 13.00'an de li ber girtîgehê çalakî bê lidarxistin.

WAN

Ji bo bal bikşînin ser greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê girtîne dane destpê kirin, bi pêşengiya TUYAD-DER li Parqa Feqiyê Teyran daxuyaniya çapemeniyê hate lidarxistin. Di daxuyaniya çapemeniyê ku şaxên ÎHD, MAZLUM-DER, Rêxistina BDP'ê ya bajêr, KESK, TTB, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, Şaxa Genel-Îş a Wanê û TMMOB'ê piştgirî daneyê de, panqartên ku navên girtiyên siyasî yên ketine greva birçîbûnê ya Girtîgeha Tîpa F ya Wanê hene "Bila girtîgeh nebin mala mirinê, grevên birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger di roja 36'emîn de ye", "Bila girtiyên siyasî terkê mirinê nekin" hatiye nivisandin hate vekirin.

Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Omer Çelîk diyar kir ku, hê grêva birçîbûnê yên di girtîgehan de derbazî rojiya mirinê nebûye ji bo di serî de mafê tenduristî û jiyanê bê parastin bang li rayedaran kir. Çelîk destnişan kir ku bê mirin pêk were divê Wezareta Dadê ji bo lêkolîn di girtîgehan de bike destûr bide parazvanên mafê mirovan û hekîmên odeyên tabîban.

Serokê TUYAD-DER a Wanê Ahmet Aygun jî got: "Yên di girtîgehan de ketine greva birçîbûnê zarokên me ne. Heye keç û kurên serokwezîr, wezareta dadê bin jî. Ne bi aqilê dewletê bi mafê gerdûnî nêzîk bibin." Aygun bang li herkesî kir ku, piştgiriyê bidin konê nobedariyê ya ji bo piştgirî bidin grêvên birçîbûnê ya dê di 19'ê cotmehê de li Parqa Feqiyê Teyran bê vekirin de.

COLEMÊRG

Endamên Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê jî ji bo bal bikşînin ser greva birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên siyasî ya Girtîgeha Colemêrgê dane destpê kirin, li ber girtîgehê daxuyaniya çapemeniyê li darxistin. Di nava wan de Serokê Rêxistina BDP'ê ya Colemêrgê Rehmî Kurt, Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu, Serokê Şaxa MAZLUM-DER ya Colemêrgê Cengiz Şen, nûnerên gelek rêxistinên sivîl û gelek kes beşdar bûn. Li ser navê komê Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Colemergê Îsmaîl Akbûlût ve hate xwendin. Akbûlût diyar kir ku, çalakiya birçîbûnê ketiye roja 36'emîn û da zanîn ku hejmara girtiyan ên dikevin greva birçîbûnê her çiqas diçe zêde dibe.

SÊRT

Gelek saziyên sivîl ên civakî yên Sêrtê têkildarî çalakiya gireva birçîbûnê li ber Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiya li ser banga ÎHD'ê pêk hate de pankrata "Em li girtîgehan mirinan naxwazin, çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û dorvenger di roja 36'emîn de ye" vekirin. Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Sêrtê Dîlber Sevîm, Wekîla Şaredarê Sêrtê Gulbahar Karataş, Seroka Şaxa ÎHD'ê Vetha Aydin, Serokê TUHAD-DER'a Sêrtê Îrfan Baykara, Odeya Tabîban a Sêrtê, Dayîkên Aştiyê, Meclîsa Aştiyê, Genel îş, Egîtîm Sen, Tum Bel Sen, SES, BES, û gelek kesên din tevlî daxuyaniyê bûn.

'DIVÊ BÊDENG NEMÎNIN'

Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Sêrt Vetha Aydin, daxuyanî xwend û diyar kir ku çalakî di roja 36'emîn de ye û hejmara girtiyên tevlî çalakiyê dibin zêde bûn. Aydin, anî ziman ku hikûmetê guhê xwe ji çalakiyê re girtiye û dibe ku girtîgeh vegerin hêlîna mirinan û wiha got: "Heke kesek tunê jî xwe fida bike û dest bi çalakiyekî wisa bike, bedenê xwe ji mirinê re razîne divê li hemberî vê yekê bêdeng nemîne." Aydin, bilêv kir ku mirov ji bo daxwazên xwe bînin ziman jiyana xwe danîn holê û wiha axivî: "Ji ber vê yekê rêbaza çareseriyê bê dîtin peywira hemû kesî ye." Aydin, destnîşan kir ku ew weke parêzvanên mafên mirvan ji bo peywira xwe bi cîh bînin amaden e. Aydin, diyar kir ku berê jî di çalakiyên gireva birçîbûnê de mirovan jiyana xwe ji dest da û wiha pê de çû: "Divê guh bidin qêrîna girtiyan. Divê hemû raya giştî li hemberî vê yekê bihestiyar be."

Endamê Lijneya Rêvebera a Odeya Tabîban a Sêrtê Op.Dr. Ekrem Bîlek jî diyar kir ku girtî nêzî sînora mirinê bûne û ji bo rewşa girtiyan di cih de bibînin dê serî li Wezareta Dadê û Dozgera Komarê bidin û wiha got: "Heke tu astengî çênebin em dê bi girtiyên li Girtîgeha Sêrtê hevdîtinê bikin û rewşa wan lêkolîn bikin." Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

GIYADÎN

Hate ragihandin ku piştî çalakiyên birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê dane destpê kirin, pêkûtiyênl li ser girtiyên di Girtîgeha Sergirtî ya Giyadînê zêde bûye. TUHAYD-DER a Bazîdê da zanîn ku, li ser girtiyên ketine greva birçîbûnê zêde bûye û bangewaziya hîstiyariyê kir.