Otobusa Ji Ocalan re Azadî tura xwe ya Ewropayê didomîne. Duh bajarê Ýnnsbruck mîtîng pêk anî.
Otobus ji Ocalan re Azadî 40’roja xwe ya tura Ewropayê li pey xwe hişt. Çalakiyên otobusê li bajarên Innsbruck ya Awusturyayê mîtîng pêk anîn. Di rojên borî de ji ber ku şert û mercên hewayî nebaş bûn mîtîng paşve hatibû xistin û duh pêk hat.
Karwan di têketina bajar de bi girseyî hate pêşwazîkirin û mîtînga kul i Museumplatz pêk hat bi sedan kes tevlî bûn. Alên KCK’ê PKK’Ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat daliqandin.
Li ser navê çalakgeran axaftinên kurdî û tirkî hatin kirin û bal kişandin ser grevên birçûnê yên di 12’ê îlonê de dest pê kirine. Di mîtîngê de hate diyar kirin ku dê li dijî vê bê deng nemînin û çalakiya girtiyên PKK’Ê û PAJK’ê silav kirin.
Her wiha standên îmzeyan ya ji bo ‘Azadiya Ocalan’ hatin vkeirin û hunermend Hozan Şemdîn, Koma Peyman û Turgut ketin ser dîkê.
Rawestgeha din ya çalakiyê bajarê Graze.