Çalakiya bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Konseya Ewropayê ya li Strasbourgê di roja 120’emîn de ye.
Greva birçîbûnê ya ku bi daxwaza azadiya Ocalan li ber Konseya Ewropa (KE) ya li bajarê Franse Strasbourgê di roja 120’emîn de berdewam dike. Vê hefteyê, çalakî ji aliyê Kurdistaniyên li bajarê Regensburg a Almanyayê ve derw hate girtin. Çalakî bi awayeke dorveger kom bi kom berdewamdike.
Li ser navê Kurdên ji Regensburgê hatin Bozan Kiliç acivî û got; “Ez û hevsera xwe ji bo rakirina tecrîda me ya li ser serokê me û ji bo piştgirî bidin greva birçîbûnê ya di girtîgehan de, li vir in. Li Kurdistanê pêvajoyeke pir dijwar heye. Lê dewletê Ewropayê ku qaşo xwe weke serdestên demokrasiyê dibînin çav û guhên xwe lê girtine.”
Ji çalakgeran Muslum Dogan jî diyar kir ku bi sedan girtî di girtîgehan de greva birçîbûnê de ne û destnîşan kir ku zext û tundî her ku diçin zêdetir dibin.