CÎK’ê komkujiya li Gazzeyê şermezar kir

Civaka Îslamî ya Kurdistan (CÎK) komkujiya li Gazzeyê şermezar kir.

Civaka Îslamî ya Kurdistan (CÎK) bi daxuyaniyek çapemeniyê êrîşa dewleta Îsraîlê ya li ser Nexweşxaneya El-ehli Baptîst a li Gazzeyê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Îsraîlê êrîşê nexweşxaneyekê kir û bi sedan mirovên bê guneh ji jiyanê qut kir û got ku pirsgirêka Filîstînê daxwaza azadî û maf e.

‘DEWLETÊN ZILMKAR Û KUJER NIKARIN VÊ PIRSGIRÊKÊ ÇARESER BIKIN’

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hat gotin:

“Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, divê her kes demildest di çarçoveya heq û hiqûqê de nêzî pirsgirêkê bibe. Desthilatdarên zilmkar û kujer nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin. Misilman, Yahûdî, Xristiyan, Êzidî, Durzî û mirovên endamên baweriyên din divê qebûl bikin ku ev pirsgirêk ne pirsgirêkên olî ne. Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye her roj bi sedan mirovan qetil dikin, lewma ew nikarin vê komkujiyê rawestînin. Em weke kesên bawermend divê qet guh nedin van dewletan û nebin amûrê polîtîkayên wan. Divê em ji bo avakirina şert û mercên jiyana bi aştiyane, bixebitin.”