CÎK: AKP-MHP zilmê li alimên Kurd dike

CÎK'ê xwest ku alimên DÎAY-DER'ê bêne berdan û got, ''Kesê ku vê zilm û hovîtiyê qebûl dikin jî şîrîkê vî sûcî ne.''

Civaka Îslamî ya Kurdistanê di daxuyaniyê de got, ''Hûn zilmê li alimên Kurd dikin ku bi salan e teslîmî desthilatê nebûne. We bi sedan jê kuştin, bi hezaran jê kirin zindanê û sirgûn kir. ''

Di daxuyaniyê de zext û zordariya li ser alimên Kurd hate bibîrxistin, hate gotin vegotina bi Kurdî ya ayet û hadîsan, xutbeya bi Kurdî, li sersaxiyan xwendina Fatîhayê sûc hatiye dîtin, alimên Kurd kirine zindanan, êşekce li wan hatiye kirin.

CÎK'ê got, ''Heçî vê zilm û hovîtiyê qebûl bike şîrîkê vî sûcî ye. Alimên me berdin. Bes dijminatiyê li alimên Kurd ên Misilman û li Kurdan bikin.

Gelî Kurdên Misilman! Hûn jî minafiqiya van bibînni, li dijî zilma li ser alim, ziman, dîn, welat, milet û dînê me yê manewî û heqîqet rûhî derkevin, kesên ku li dijî vê zilmê derdikevin li wan xwedî derkevin.

Misilmanên dirûst, hûn jî li rex birayên xwe Kurdên Misilman bin, ji bo ku dawî li zilma van minafiqan were wezîfeya xwe ya biratiyê bi cih bînin.''