OHD’ê banga 'Mafê Hêviyê' kir

Beriya rûniştina "Mafê Hêviyê" ya ku dê li Komîteya Wezîran a KE’yê were lidarxistin, OHD'ê li ser medyaya dîjîtal hashtaga "#RighttoHopeImmediatelyImplemented!" da destpêkirin û daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo kir.

Komaleya Huqûqnasên Ji Bo Azadîyê (OHD) bi dirûşmeya “Ji bo Mafê Hêviyê yê Rêber Apo em ber bi azadiyê ve dimeşin” li ser hesabê X’ê tag dan destpêkirin. Şaxên OHD’ê yên Amed, Stenbol, Îzmîr û Komîsyona Jinan a OHD’ê kampanya dan destpêkirin. Şaxên OHD’ê di tagên xwe de diyar kirin ku DMME’yê 11 sal û 5 meh û 26 roj berê biryara duyemîn da û tevî ew qas dem derbas bûye jî Tirkiye li gorî biryarê tev negeriyaye. Şaxên OHD’ê xwestin Mafê Hêviyê têxin meriyetê.

Şaxên ÎHD, DEM Partî û gelek kesayat beşdarî tagê bûn û xwestin ji bo çareseriya demokratîk û civaka demokratîk mafê hêviyê bê dayîn.