Di çalakiya protestokirina qeyûm de 10 kes hatin binçavkirin

Piştî ku Rêveberiya CHP’a Stenbolê ji peywirê hatin girtin, Gursel Tekîn ê ku wekî qeyûm hatibû tayînkirin bi piştgiriya polîsan kete avahiya CHP’ê ya Stenbolê û 10 kes hatin binçavkirin.

Piştî ku Rêveberiya CHP’a Stenbolê ji peywirê hatin girtin, Gursel Tekîn ê ku wekî qeyûm hatibû tayînkirin bi piştgiriya polîsan hewl da bikeve avahiya CHP’ê ya Stenbolê. Her wiha li ber avahiya partiyê çalakiya protestoyî hat lidarxistin.

Tekîn ê ku berê gotibû, "Ez ê bi polîsan re neçim avahiya CHPê," ji korîdora ku ji hêla polîsên çevîk ve bi karanîna gaza îsotê hatibû vekirin, kete hundir. Di dema mudaxeleyê de gelek endamên partiyê ji ber gaza îsotê bi bandor bûn. Endamên meclîsê yên CHP’ê diyar kirin ku polîsan li dijî wan tundî bi kar aniye.

Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ragihand ku 10 kes hatine binçavkirin û li dijî 39 kesan jî lêpirsîna qanûnî hatiye destpêkirin.