Bi girseyî sedana şîna şehîdên li Nisêbînê hat kirin

Ji bo gerîlayê HPG'ê Ferhat Demîr (Dengtav Amed) li Garê û şervanê QSD'ê Bîlal Tûtal (Birûsk Firat) li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bûn, li taxa Dîcle ya Nisêbînê şîn hate danîn. Şîna şehîdan bi girseyî hat ziyaretkirin.

Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê serdana şîna şehîdan kirin. 

Girseya ku li Xaçerêya Yenî Halê ya taxê hate gel hev, li vir ber bi Mala Şînê ya Dîcleyê ve meşiya. Di meşê de wêneyên Demîr û Tûtal hatin hilgirtin û dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" hatin berzkirin. Serdana şînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Girseyê, bi yekdengî sirûda Çerxa Şoreşê xwend. Nûnerên MEBYA-DER’ê di şînê de gotin ku Nisêbîn di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de xwedî cihekî girîng e û soza têkoşînê dan. 

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan jî bal kişand ser pêvajoya ji bo pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin û got heta aştî tê dê nesekinin. 

Malbatên Demîr û Tûtal jî di axaftinên xwe de gotin ku ew xwedî li “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” derdikevin û xwestin dewlet gavan biavêje. 

Serdan, piştî xwendina duayan bi dawî bû.