Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Di zûtirîn demê de divê heqên sereke yên Ocalan werin dayîn
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir, divê mafên ziyaretê, parastinê û têkilîdanînê yên muwekîlê wan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di zûtirîn demê de werin dayîn.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir, divê mafên ziyaretê, parastinê û têkilîdanînê yên muwekîlê wan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di zûtirîn demê de werin dayîn.
Buruoya Hiqûqê ya Sedsalê nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Ocalan da û got, ‘’Bêyî ku bi derengî bikeve, li gorî berpirsyariya hiqûqî û nirxên mirovî di serî de heqê ziyaretê, divê heqên parastina û têkilîdanînê yên Ocalan hemû heq werin pêkanîn.’’
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, piştî hevdîtina birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan li Imraliyê pêk anî, têkildarî tecrîdê daxuyanî da.
Di daxuyaniya nivîskî de piştî hewldana darbeyê li gel nûçeyên têkildarî bûyerên ku li Imraliyê pêk hatin domandina tecrîdê, fikarên li ser tendiristî û şertên girtîbûnê yên Ocalan zêdetir kirine.
Di daxuyaniyê de hate gotin, geşadeneke girîng e ku bi Ocalan re hevdîtin pêk hatiye û rewşa wî ya tendiristiyê baş e û di berdewamiyê de hate gotin, nayê qebûlkiirin ku Ocalan û 3 girtiyên din ên li Imraliyê ev demeke dirêj destûr nayê dayin ku bi malbatê xwe re hev bibînin.
‘SÎSTEMA TECRÎDÊ Û DERHIQÛQÎ DIDOME’
Bi berdewamî wiha hate gotin:
‘’Pêkanîna tecrîdê ya bi demên wiha dirêj û bi sîstematîk, binpêkirina qedexeya êşkenceyê û miemeleya neqenc e. Ev diyar e ku perîyoden hevdîtinên yên li meh û salan belavbûyî, nikare îzolasyona xweserî sîstema Imraliyê bişkîne. Ziyareta malbatî ku heqê herî zagonî ye û di serdemek wiha de ku têkildarî Ocalan daxwazên hiqûqî, siyasî û civakî zêde bûne, bi awayekî sînordar pêkanîna hevdîtinan tê wê wateyê ku hevdîtin têne amûrkirin.
Ev ji 5 salan zêdetir e ku bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk nayên. Ev bi serê xwe jî ispata wê ye ku li Imraliyê sîstema tecrîdê, binpêkirina heqê xweparastinê û statûya pergala Imraliyê ya derhiqûqiyê berdewam e. Heq û azadiyên sereke li gel divêtiyên norm û nirxên hiqûqî ne jî, di bin ewlehiya zagonî de ne.
‘GIRÎNG E KU HEQÊN SEREKE WERIN PÊKANÎN’
Di nav vê çarçoweyê de çi geşedaneke serdemî, nikare pêbarmayina ji heqana miwekîlê me rewa bike û nabe palpişt ku heqên wî bibn mijara nîqaşan. Pir girîng e ku heqên sereke yên bi yasayan parastî ê miwekîlê me yê li Imraliyê werin pêkanîn. Bêyî ku bi derengî bikeve, li gorî divêtiyên berpirsyariyên hiqûqî û nirxên mirovî di serî de ziyaret, heqên parastin û têkilîdanînê yên miwekîlên me divê werin pêkanîn.’’