Bûrhan Xelyun careke din bû serokê Konseya Neteweyî ya Sûriye ya muxalîfan ali hemberî rejîma Sûriyeyê.
Di civîna li paytexta Îtalya Romayê hat lidarxistin de Xelyun careke din bû serokê Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê.
Hat ragihandin ku Xelyun ji sedî 66’ê dengan û George Sabra jî ji sedî 34’ê dengan wer girtin.
Bûrhan Xelyun di sala 1945’ê de li Humsê ji dayîk bûye. Xelyun Rêvebertiya Navenda Lêkolînên Rojhilata Nûjen a Zanîngeha Sorbon a li paytexta Franse Parîsê kiriye. Di 29’ê tebaxa 2011 de bûye serokê Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê.