Buldan: Ya girîng avakirina mekanîzmayê ye
Buldan: Ya girîng avakirina mekanîzmayê ye
Buldan: Ya girîng avakirina mekanîzmayê ye
Serokwekîla Koma HDP’ê Pervîn Buldan ku di heyeta Îmraliyê ya HDP’ê de cih digire, diyar kir ku ji bo berfirehkirina heyeta muzakereyê, guhertina girtiyên Girtîgeha Îmraliyê û avakirina desteya şopandinê de ji hikûmetê peyamên erênî girtine. Buldan got: “Bendewariya me ev e ku demildest di vê mijarê de pêngavên şênber bên avêtin. Em hêvîdar in beriya çûyîna Îmraliyê ev pêngav bên avêtin."
Heyeta Îmraliyê ya HDP’ê piştî demeke dirêj bi Cigirê Serokwezîr Yalçin Akdogan re hevdîtin kir û berfirehiya hevdîtinê derket holê. Li gorî vê berfirehkirina heyeta muzakereyê di rojevê de ye. Tê gotin ku wê Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle û ji Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk Ceylan Bagriyanik tevlî bibin.
Her wiha 5 girtiyên ku berê anîbûn girtîgeha Îmraliyê wê bên guhertin. Navê 5 girtiyên nû dan hikûmetê. Di mijara avakirina desteya şopandinê ya16 kesî de jî hikûmetê sînyal da.
Serokwekîla koma HDP’ê Pervîn Buldan ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku di hevdîtina ku duh bi Akdogan re pêk anîn de, hikûmet erênî nêzî daxwazan bûye û got: “Di mijara pêkanîna van daxwazan de astengiyek tune.”
Buldan diyar kir ku encamê hevdîtina bi Akdogan re, piştî bi Serokwezîr Davutoglu re bê parvekirin wê der barê daxwaz û çûyîna giravê de agahiyan bidin heyetê.
Buldan wiha got: “Mesele ne tenê çûyîna giravê ye. Ya girîng ev mekanîzma bên avakirin û em wisa biçin giravê. Bi vî awayî jî bi awayekî fermî em derbasî muzakereyê bibin."
Buldan li ser pirsa ‘Beriya daxwaz neyîn cih ger dîrok bê dayîn, hên ê biçin giravê?' Bulan wiha got: “Em niha nikarin bersiva vê pirsê bidin. Di rojên pêş de hevdîtin wê zelal bibin. Lê bendewariya me ev e ku mekanîzma bên avakirin û bikevin jiyanê.”