Buldan: Kurd ne bi tenê ne

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li kongreya ANYAKAY-DER’ê de axivî, bertek nîşanî komkujiya li Meramê da. Buldan got,“Kurd ne bi tenê ne'' û xwest rayedarên hikumetê îstîfa bikin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, li Kongreya 2'an a Asayî ya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Xizmên Xwe Windakirin a Anadolûyê (ANYAKAY-DER) de axivî. Kongre li Okmeydanî hat lidarxistin. Bûldan ji ber kuştina nîşanî 7 endamên malbata Dedeogullari, ku li Konya Meramê hatibûn kuştin helwest nîşan da.
 
Bûldan, diyar kir ku duh li navçeya Meram a Konyayê, ji malbateke Kurd 7 kes bi awayekî hovane û wehşî hatin qetilkirin. Bûldan di dewama axaftina xwe de wiha got: “Dema ku gule li bedena Kurd ketin, em bûn şahid ku di kanalên televîzyonê yên nijadperest û faşîstan de, carek din ev komkujî wekî mirinek normal hat nîşan dan. Nexêr, ev komkujî komkujiyek ji rêzê nîne. Ev komkujî bi awayekê zanebûn ji aliyê nijadperest û faşîstan ve hatiye plankirin. Li pişt vê komkujiyê, kujerê hevala me Denîz Poyraz qetil kirin hene. Ev berhemê hişmendiya ku her roj di şexsê HDP’ê de Kurdan hedef dide nîşandan e.”
 
Buldan, banga îstîfayê li Wezîrê Karên Hûndir, rayedarên AKP û MHP’ê kir û wiha bertek nîşan da: “Li dijî têgihîştina ku rê li ber komkujiyê vedike û hewl dide ku Tirkiyeyê bixe nav xefikeke xeternak, pêwîstî bi yekîtiyê heye ku ku êrîşên bi vî rengî di pêşerojê de çênebin. Bila baş bê zanîn Kurd ne bi tenê û ne bê xwedî ne. Kesên ji xwe re dibêjên ez mirov im û xwedî wijdan im, divê li dijî vê komkujiyê bêdeng nemîne û ref bigirin. Êdî her kes dizane ku, dem hatiye em ji vê rewşê re bêjin êdî bese. Divê walî, qeymeqam û rayedarên ewlekariyê yên vê navçe û bajarî tavilê îstîfa bikin. Ne tenê ew, divê Wezîrê Karên Hundir, AKP û hevkarê wê yê biçûk MHP, ku ji ewlehiya vî welatî berpirsiyar in, qirêjî, neqanûnî û bêexlaqiya wan her roj bi eşkerekirinên Sedat Peker derdikevin holê, zûtirîn dest ji kar berdin û îstîfa bikin.”