Bûldan: Guh bidin Îmraliyê, çareserî li wir e
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan got, "Guh bidin Îmraliyê. Ev yek rêya herî girîng a çareseriyê ye."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan got, "Guh bidin Îmraliyê. Ev yek rêya herî girîng a çareseriyê ye."
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan li civîna koma partiya xwe ya li meclîsê mijarên di rojeve de ne nirxand.
Bûldan destnîşan kir ku birçîbûn, feqîrî, gendelî û rakirina heqê demokratîk û azadiyan welat dorpêç kiriye û rejîma qeyûm li her devera welat belav bûye. Bûldan got, komployên siyasî, nehiqûqî, mafya, çete, qirêjî û kurmîbûna ku nahêle pirsgirêka kurd çareser bibe li hember wan sekinî ye.
Bûldan destnîşan kir, ku di ser komploya navneteweyî re ya 15’ê Sibata sala 1999’an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin 23 sal derbas bûn û wiha got: "Îro 15’ê Sibatê ye. Di bîra siyasî de pêvajoyeke ku pêvajoya Rojhilata Navîn, pirsgirêka Kurd û Tirkiyeyê diyar kir û di rastiya xwe de hîmê qeyranan hat avêtin, xala werçerxê ye. 23 sal di ser anîna birêz Ocalan a Tirkiyeyê re û bi avakirina sîstema tecrîd û xitimandinê ya Îmraliyê re derbas bûn. Bûyerên ku di nava 23 salan de qewimîn eşkere dikin ku komplo û lîstikên navneteweyî gihîştine armancên xwe yên ku Tirkiye û Rojhilata Navîn di nava krîz û şer de bihêlin, pirsgirêka Kurd bi kar bînin û Tirkiyeyê bixin bin îpoteka aborî û siyasî ya sîstema navneteweyî."
Bûldan bal kişand ser encamên komploya navneteweyî û bi dewamî got, "Encam; ew hilweşînek mezin bû. Têgihiştina xitimandinê ya ku ji bo ku Kurd nikaribûn bibin xwedî gotin û bi dest bixin, dudilî nebû beşdarî operasyonên navneteweyî bibe, hemû welat û gelan winda kir. Mînaka herî dawî ya ku Tirkiyeyê ji aliyê aborî ve girêdayî hêzên navneteweyî ye; Rastiya ku desthilatdar rojekê li deriyê Qeterê û rojekê jî li Îmaratê dixe ye.
Vê zîhniyet û mekanîzmaya xitimandinê jî rê li ber mekanîzmaya darbeyê vekir. Ji ber vê yekê di lîstika navneteweyî de ya rastî windakerê mezin di her warî de Tirkiye bû, demokrasî bû. Paşeroja hevpar a gelan bû. Encamên lîstikên navneteweyî ji bo gelê kurd û gelên ku pê re di nava tifaqê de bûn gelek cuda bûn. Komploya navneteweyî negihîşt armanca xwe. Nikarîn pêşiya vîna gelê Kurd a çareseriya demokratîk, aştî û paşerojeke hevpar a bi gelên ku pê re dijîn, bigirin. Nikarîbûn pirsgirêka Kurd a ku di polîtîkaya ewlekarî de dimeşîne, weke pirsgirêkeke siyasî ji holê rakin.
Hîn jî difikirin ku wê ji hewldanên xwe yên astengkirina rêyên çareseriya demokratîk û bi komployan û polîtîkaya tecrîdê siyaseta demokratîk bifetisînin, encam bigirin. Lê ew di nav xeletiyek dîrokî de ne. Di vir de jî doza komploya Kobanê di encama heman zîhniyeta komploger de derdikeve pêşberî me. Doz di destê wan de ye. Dosyayên wê roja ku doz hatibû vekirin hilweşiyan. Tişta ku têk neçû siyaseta demokratîk bû. Hevalên me wê yek bi yek gotin ev doz li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd astengî ye. Ez ji komplogerên Doza Kobanê re dibêjim; Hêzên navneteweyî bi komployên xwe yên mezin nikaribûn encamekê bi dest bixin, hûn ê jî bi van komployan encam negirin. Ez careke din destnîşan dikim; Tirkiye winda dike û wê winda bike jî, ji ber ku dewlet û sedemên siyasî tecrîdê kûrtir dike û zemîna aştî û siyaseta demokratîk asteng dike.
Ji Îmraliyê hate gotin, 'Werin em vê pirsgirêkê di nava hefteyekê de çareser bikin'. Yekane rêya girîng a çareseriyê ew e ku guh bidin dengê ji Îmraliyê û rêyên diyalogê vekin. Vaye nameya Newroza 2013’an, Peymana Dolmabahçeyê ya 28’ê Sibata 2015’an bû firsendeke girîng. Me hemûyan tecrûbe kir û dît ku dema ev firsend têk çû Tirkiyeyê gelek tiştan winda kir. Em dibêjin êdî vê rastiyê bibînin. Çareseriya demokratîk û aştiyane Tirkiyeyê mezintir û bi hêztir dike. Di navbera gelan de diyalog, aştî û îradeya jiyana bi hev re ya wekhev xurt dike. Rê li ber demokrasiyê vedike. Divê êdî zîhniyet biguhere. Serpêhatiyên dîrokî jî vê yekê dibêjin, ruhê demê vê rastiyê derdixe holê. Sed salên pêş me bi vî rengî derbas nabe. Wê dîrok xwe dubare neke. Yên ku çareser nakin, yên ji çareseriyê direvin, yên ku bi yekperestî, qedexe, înkar, îmha û dijminatiya Kurdan dikin, wê di vê sedsalê de têk biçin û bên tasfiyekirin."