Bûldan: Em ê tecrîdê rakin, dawî li kuştinê bînin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li Skenderûnê bi jinan re civiya û got, "Em ê tecrîdê rakin, dawî li kuştinê bînin."

Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kombûnên "Na ji xizaniya jinan re" li Çûkûrovayê serdanên xwe dewam dike. Li navçeya Skenderûnê ya Hatayê bi jinan re civînek hate lidarxistin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, Alîkara Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari, Berdevka Meclîsa Jinê Ayşe Acar Başaran, Parlamentera Mersînê Fatma Kûrtûlan, Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê Menekşe Kizildere, Hevseroka Partiya Jinûve Rizgariyê ya Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce jî di nav de heyetê serdana jinên li Weqfa Çandê ya Anatoliyê ya Haci Bektaş-i Velî kir.

Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan diyar kir, ku ew di demekê de ne edalet ji holê rabûye û got, "Bi dayina berdêlên giran em êşa vê dikişînin. Dema ku em bala xwe didin ser rabirdûyê, dibînin ku li vî welatî gelek zilm hatiye kirin. Lê belê di vê dema AKP'ê de neheqiyên gelekî mezin têne kirin û em berdêlan didin. Ti carî bi qasî vê demê zilm nehate kirin. Ji destpêka komarê ve li vî welatî kuştinên kiryar nediyar hene û di vê demê de zilm tenê li Kurdan nayê kirin.''

Buldan bi berdewamî diyar kir neheqeiyeke mezin li yên ne AKP'yî, dilxwazên dad û demokrasiyê tê kirin, ti kesek ji AKP'ê ne xweş e.

Buldan her wiha got, ''Îro li girtîgehan hevrêyên me li ber xwe didin. Hevalên me ji doza Kobanê têne darizandin. Di encama dozê de em ê bibînin Tirkiye wê ber bi siyaseta demokratîk ve biçe. Niha doza Komkujiya Somayê heye. Îro di vê dozê de wê berpirs neyên darizandin. Kesî guhh neda hêstirên dayikên wan. Îro tenê HDP heqê karker, jinan diparêze. 

Îro em bi Elewiyan re ne. Em dizanin ku meseleyên giran ên Elewiyan hene. HDP avakirina jiyana hevpar a ji bo dahatuyê ye.

Em ê bi gelan re têkoşîna jiyaneke azad bi ser bixin. AKP nexwaze jî em ê aştiyê bînin. Em ê tecrîdê rakin, nehêlin ku kese bimire û aştiyê sazkar bikin.''