Biryargeha Navendî damezirandina PKK'ê pîroz kir

Biryargeha Navendî damezirandina PKK'ê pîroz kir

Rêxistina Biryargeha Şoreşger jî 36. salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir.

Rêveberiya Biryargeha Şoreşger, di peyama ku ji Komîteya Rêveber a PKK’ê re şand 36. salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir. Di peyamê de wiha hat gotin, “Partiya we û gelê we yê di pêşengiya we de dikevin saleke nû ya têkoşînê. Di salan derbasbûyî de û 36 salên têkoşînê yên bi serkeftinan, em li hember ala azadiyê ya gelê Kurd ku bi xwîna nirxên pîroz ên şehîdên we û têkoşîna mezin a şervanên we bilind dibe, bi rêz xwe ditewînin.

Şoreşa Rojava ya têkoşîna 36 salan tacîdar kir, îro di bin êrîşên paşverûtiya emperyalîst û mêtinkariyê de ye. Lê belê pêşengiya şoreşgerî ya partiya we, bi biryardariya mezin a şervanên we yên jin û ciwan, bi tevlîbûna bihêz em dikarin bi hêsanî bêjin ku, di sala nû ya têkoşînê de wê serkeftin hem li Rojava û hem jî li tevayî parçeyan re li Kurdistanê dîsa şoreş pêk were.

Êdî berbanga Kurdistana Azad û Demokratîk derketiye.

Sala nû ya têkoşînê wê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan û gelê Kurd bigihîne rojên azad.

Mezinbûna têkoşîna PKK’ê ya tijî serkeftin, tenê nûnertiya pêşeroja azad a gelê Kurd nake. Em bi vê bilindbûnê wek şoreşgerên Tirkiyeyî rexneya kêmasî û kêmbûna têkoşîna xwe jî dibînin.

Aşkera ye wê tevgera şoreşger a Tirkiye, van kêmasî û lewaziyên xwe derbas bike.

Di 36 salên serkeftinê yên derbas bûn û di 37 sala têkoşînê ya nû de, bi hêviya ku wê serkeftinê ji bo partiya we û ji bo şoreşa Kurd a di pêşengiya partiya we de bîne, em we pîroz û hembêz dikin.”