Biryara dema zêde ya ji bo parastinê ji HDP’ê re hate ragihandin
Dadgeha Makeqanûnê dema zêde ya ji bo parastinê ragihand ji HDP’ê re.
Dadgeha Makeqanûnê dema zêde ya ji bo parastinê ragihand ji HDP’ê re.
Di doza girtina HDP’ê de, HDP’ê ji bo parastinê xwestibû bila dem were dirêjkirin. Dadgeha Makeqanûnê bersiv da daxwaza HDP’ê.
Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê diyar kir ku di dema ji bo parastinê wê di 21’ê Sibata 2021’an de biqede û 60 rojên din ji bo parastinê hatiye dayîn. Divê Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê di 21’ê Nîsana 2021’an de parastina xwe ya li ser esasê pêşkêş bike.
Di biryara Dadgeha Makeqanûnê de hate diyarkirin parêze dikarin hemû ewraqên di dosyeyê de bibînin.